02 december 2022

Gotin difere nivîs dimîne

Pêşiyên me gelek rojên xerab dîtin, gelek ezîyet û cefa kişandin, hatin kuştin, surgûn û derbeder bûn. Qetlîamên mezin hatin serên wan.

Lê ev tarîxa mişt êş û elem, surgûn, qetlîam û liberxwedan nenivîsîn.

Heger me baş bizanîbûya çi hat serê wan, çi zulm dîtin, çi êş kişandin, îro me yê pêş xwe baştir bidîta.

”Tarîx erdê/zeviyê miletan e. Her miletî berê çi çandibe di pêşerojê da wiya diçine.”

///Voltaire


XXX
Jiyana însên çiqasî dirêj be jî rojekê dawî lê tê, însan dimre, piştî demekê navê wî, hebûna wî tê jibîrkirin.

Tiştê namire, ebedî dimîne nivîs e, bîranînên meriv dinivîsîne, bi xwe ra nabe gorê.

Xwezî pêşiyên me serpêhatiyên xwe bi xwe ra nebirana gorrê, teslîmî me kiribana.

XXX

Ya muhîm em li êrîşên dijmin temaşe nekin, li gorî îmkan û hêza xwe li dijî dagirkeriyê, ji bo azadî û serxwebûna miletekê xwe, welatê xwe bixebitin, karekî bikin. Riya herî dirêj jî bi gava pêşî dest pê dike. Dibê em newestin, tembeliyê nekin. Xebat, xebat, xebat.

XXX
Bi texmîna min di Şaşmpîtoniya Cîhanê ya Futbolê da îsal ewê taximekî Afrîkayê bibe şampîyon. Berzîlya, Arjantîn jî pir ne xurt in. Afrîkî, Fas, Tunis xweş dilîzin û şansê wan ê bibin şampîyon heye.

Min digot Fransa xurt e, lê xuya bû ne xurt e. Belçîkayê, Almanyayê îro ji Kûpayê xatir xwestin.

Ne fizîkî, ne jî teknîkî ewrûpî ji afrîqiyan ne xurttir in. Lema jî bi baweriya min di vê Kûpayê da şansê taximên ewrûpî, heta Berezîlya û Arjantîn jî li hemberî taximên afrîqî û ereb tune ye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE