02 december 2022

Dawiya tahmîratê nayê

Dema meriv kal(extîyar) dibe dişibe otomîbîleke kevn a xerxûte, rojê derkek ariza dide, tim motajî lênerîn û tahmîrê ye.

Îro dîsa tahmîrat lazim bû. Çûm ser tuxtora dirana. Ciwanikeka libnanî ye, nazik û kibar e. Tuxtorê min ê swêdî teqawid bû, ez teslîmî vê xanima libnanî kirim. Ev cara duduya ye li diranên min mêze dike. Lê xanim her carê jî min dişêlîne, bêrîka min vala dike.
Îro tenê kontrol kir û 5-6 fîlm girtin, dûr ajî got here kasê 925(teqrîben 100 Dolar) kronî kerem bike.

Lê xanima delal bi vê jî nehat serî, got du diranên te qul bûne, dibê werin dagirtin, ji bo roja pênşemiya pêş me wext da min û wextek din jî ji bo paqjkirinê da min.

Ewê jî herî kêm du hezar kronî bigrin. Vî çelê zivistanê sê hezar kron(300 Dolar)ji bo tahmîra diranan perakî pir e.

Lê kalîtî(extîyarî) wiha ye, her carê dereke meriv arize dide, geh diran e, geh çav e, geh pişt e…

Yanî dawiya tamîratê nayê, meriv derekê tahmîr dike, dereke din arize dide.

Emê jî tim tahmîr tedawî bikin, belkî em kanibin çend salên din li ber xwe bidin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE