03 december 2022

Swêd kurdekî din jî bi bêbextî teslîmî Tirkiyê kir

 

Hukûmeta Swêd ya qeleş kurdekî bi navê Mahmût Tat, kurdekî bêkes û bêpişt îro teslîmî Tirkiyêkiriye. Ev cara duduya ye Swêd vê namerdiyê bi kurdan ra dike.

Bi hezaran endam û kadirên Daîşê li Swêd in, hetanî nuha yek kes jî teslîmî tu welatî nekirine.

Lê çavên wan kurdan dibirre, zanin kurd bêkes û bêpişt in, lema kurdan wek berxan davêjin ji ber gurên har.

Heger Mahmût Tat ne kurd, ferdê miletekî din bûya medyaya Swêd, Rêxistana Efûyê ya Navnetewî ewê qiyamet rakirana. Di radyo û telewîzyonan d aewê xebera sereke bûya, demokratan, mafparêzan ewê qiyamet rakirina.

Lê ji ber ku Mahmût Tat kurd e ji tu kesî deng dernekt, kes li dijî vê bêûjdanî û namerdiya hukûmetê derneket. Her kesî xwe kerr û lal kir. Çimkî yê teslîmî îşkenceyê û gurên har bû kurd e. Lema jî li Swêd yek ferdekî bi ûjdan ranebû di medyayê da du gotin ji hukûmetê ra nekir.

Tufî li we û li demokrasiya we bê...

 XXX

Kurdekî dêrsimî yê 45 salî ji bo ku wî teslîmî Tirkiyê bikin ji do da ye ji alî pûlisên Swêd ve hatiye girtin.

Kurdê dêrsimî di sala 2015a da îltîcayî Swêd kiriye. lê Swêd nuha li ser emrê Erdogan dike wî teslîmî gurên har bike, ji bo ku îşkencê lê bikin, wî bi salan di zindanê da birizînin.

Li gorî xebera radîoya Swêd beşa kurdî îro têkilî pê ra hatiye birrîn, kes nizane hîn li vir girtiye ya jî teslîmî Tiriyê kirine.

Kurd e, Swêd ewê teslîmî Tirkiyê bike, bêyî kurdan Swêd tu kesî teslîm nake. Serokên Daîşê jî teslîma nakin, wan xwedî dikin, vedişêrin.

Lê kurdan dişînin mirinê. Berê jî xortekî 23 salî bi bêbextî dan Tirkiyê.

Hukûmeta Swêd êdî li gorî daxwaza MITê Tirkiyê herekt dike. Li Swêd jiyana her kurdî wek Tirkiyê di talûkê da ye.

Parlamenterên kurd, partî û dezgehên kurdan dibê bêdeng nemînin, li hemberî vê zulmê dengên xwe bilind bikin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE