Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn
XXX
1986-12-03
Remzî Înancê kitêbfiroş ji Tirkiyê dîsa ji min ra gelek kitêb şandine. Min çû ji postê
kir.
Ji mehê, du mehan carê pakêtek kitêb ji min ra dişîne. Navê kurdan di kîjan
kitêbê da derbas bibe ji min ra dişîne. Li malê cî nemaye. Jinik hindik maye
min ji malê biqewitîne.
Perê min jî tune tim jê ra bişînim Min rociya xwe xwar jê ra got kitêbên li ser
kurdan ji min ra bişîne. Ezê nameyekê jê
ra binivîsînim, bibêjim BES e, êdî tu kitêm, mitêban neşîne. Ez nikanim hewqas
kitêb bixwînim, ezê lê dinêrim û embar dikim.
Min heqê abonetiya kovarên Yarin, Bîlîm û Sanatê jî şand. Ez dîsa rût bûm.
*Êvarî Mûrad Ciwan, Mahmûd Lewendî û Nîmet Aydin hatin mal, me bi hev ra nivîsên Armancê hazir kirin. Em hetanî destê sibê(02.30)xebitîn. Em pir westiyan. Lê me karekî baş kir. Xwezî xwendevanan bizanîbûya em di çi halî da Armancê derdixin.
XXX
2000-12-03
Birayê Dara,
ji bo bersîva te ya dereng gelek spas û mala te ava. Ez gelekî
kêfxweş bûm te nefsbiçûkiya bersîvdanê nîşan daye û bersîv daye min.
Bi baweriya min ne hewceye meriv zêde dirêj bike, em kurd dibê bi zimanê diya
xwe bi hev ra bidin û bistînin. Têkiliyeke derî vê pir anormal e.
Ez tu sebebekî nabînim ez û tu ji hev ra bi tirkî binivîsînin ya jî bi tirkî
bipeyivin. Ev yek.
Ya din jî dibê em bi tu hawî propagande û pesnê berdevk û nûnerên hêzên dewletê
yên li welatê xwe nedin û ala wan bilind nekin.
Çimkî ew bi zor li welatê me ne û zilmê le me dikin. Bala min lê ye hin kes(wek
nimûne, malpera Qiziltepe) ala tirkî wek sembola serbilindiyê li rûpela pêşî ya
malpera xwe xistine. Divê meriv vê yekê taswîp neke. Heger em nikanin li dijî
wan tiştekî bibêjin, divê em pesnê wan jî nedin.
Ya din, wek tu jî dizanî, înternet di nav kurdan da hîn pir
nuh e, heger ji nuha da em bi tirkî û bi ala tirkî dest pê bikin dawiya me ewê
gelkî xerab be, ewê di nav milet da bibe edet û wer dom bike.
Ji ber vê yekê jî kesên wek te yên bîr dibin divê bibin nimûneyên baş ji bo ku
kesên din jî wan texlît bikin û tiştên baş jê fêr bibin.
Rengên malpera te pir xweşik e, lê malper bi xwe hîn vala
ye, qey hîn te neqedandiye.
Ez ji nuha de ji te ra serkeftinê dixwazim û bimîne di nav xweşiyê
da.
NOT:
Ez ji te ra malpera xwe û çend malperên din dişînim ji bo ku
tu wan bikî lînk.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar