03 december 2022

Swêd ne kurdek tenê, du kurd teslîmî Tirkiyê kirine

Swêd ne kurdek(Mahmût Tat), du kurd teslîmî Tirkiyê kirine. Telewîzyonê di xeberên xwe yên êvarî da nuh qal kir, Rûdawê qala yekî kiribû.
Lê ne yek bûye, du kes teslîm kirine û ev yek jî bi dizî kirine, xebera malbatên wan, abûqatên wan negîhandinê.

Medyayê jî do qet qal nekir, piştî teslîmî Tirkiyê kirin, ji du kurdan xelas bûn, hedîse hat bihîstin, Rûdawê xebera wê da.

Çavkaniya wê jî medyaya Tirkiyê bû, yanî medya tirk got Swêd du kes teslîmî Tirkiyê kirin.

Di xeberan da navê kesê duduya negotin, kes nizane kî ye, çend salî ye, ji ku ye, çend sal in li vir e?

Ji bo hukûmeta Swêd ya muhîm Erdogan memnûn bike, lema jî çend kurdan davêjin ji ber guran da.

Çimkî kanin bi kurdan, zanin kurd miletekî bêkes e, pelixandina wan, teslîmkirina wan ne talûke ye, kesê hesê ji hukûmetê hesab bipirse tune.

Dibêjin Mahmûd Tat di sala 2015a da îltîca kiriye, yanî 7 sal in li Swêd e, mala wî li vir e. Di heqê kesê din da tu agahî nedan.

Ji bo ku yên hatine teslîmkirin kurd in, hukûmet, dahîreya xerîban, Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, medyayê gişan wek ku qela xwe kiribin yek, wek ku tuyî binê zimanê hev kiribin teslîmkirin bi dizî kirin, rojnameyan nenivîsîn. Telewîzyonan, radoyan negotin. Du kurdên bêkes bi zorbtî girtin û birin dan tirkan, ji bo ku Erdogan endametiya Swêd a NATOyê qebûl bike.

Yanî buhayê endametiya Swêd a NATOyê qurbankirina çend kurdan e.
Heger yên hatin teslîmkirin ne kurd, ferdên miletekî din bûna medyayê, rêxistinên mafên mirovan, baroya abûqatan, hêzên çep ewê qiyamet rakirana.

Lê teslîmkirina kurdan bi dilê gişan e, her kes bêdeng e, fena ku tiştekî wiha neqewimî be. Hukûmet jî, dezgehên mafên mirovan jî, medya jî dixwazin ji du kurdan xelas bibin.

Ji bo ku yên hatin teslîmkirin kurd bûn gişan demakrasiya xwe lekedarkirin, ûjdanên xwe, însaniyeta xwe, mafên mirovan ji bîr kirin…

XXX

Gava xelk li ber çavê meriv zulmê, neheqiyê li kurdan dike, kesên ji ber zulmê, îşkenceyên zaliman reviyane digrin û teslîmî Tirkiyê dikin û meriv jî nikane tiştekî bike pir zor e, meriv xwe wek kêzikekê dihesibîne.

Hukûmeta Swêd careka din nîşanî me kurdan da li tu welatî em kurd ne di ewlehiyê da ne.

Kurd ji bo her welatî pezê qurbanê ne, welatê herî demokratîk jî kane kurdan bifroşe, teslîmî gurên har bike.

Şandina kurdan ser mirinê, ser îşkenceyê, zindanê ne li dijî mafê mirova ye, ne li dijî demokrasiya tu welatî ye. Bi sedan endan, berpirsiyar û celadên Daîşê li Swêd hene, Swêd yekî jî teslîmî welatê wî nake. Lê kurdan bêyî teredut, bi dizî, bêqanûnî teslîmî Tirkiyê dike.

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE