03 december 2022

Emê kultura xwe çawa ji mirin û talanê biparêzin?


Prof. Hacî Akman îro li Stockholmê li Folkhogskolanê(Xwendegeha bilind a gelî) li ser parastina mîrata kulturî konferanseke pir hêja pêşkêşî me kir.

Prof. Hacî Akman etnolog e, li  Norweçê li Zanîngeha Bergenê di beşa arkeolojî û tarîxê da lêkolînan dike.
Profesorê hêja ji bo parastina mîratên kulturî, edebî yên pêşiyên me ji me ra hîştine emê wan ji wendabûn û talanê çawa biparêzin gelek tiştên pir hêja gotin.
Dema meriv li kurdên wiha zana, nefsbiçûk, li alimên wiha gudarî dike ne mimkûn e meriv kêfxweş nebe.

Konferas ji alî Kovara Bîrnebûnê, Kitêbxaneya Kurdî, Stîftelsa KANê(Weqfa Kurdên Anadoliya Navîn) va hatibû amadekirin.

Gelek kes hatibûn konferansê. Mala amadekaran ava be, alimekî hêja anîbûn, me ji fikrên wî, ji pêşniyarên wî gelek sûd û feyzeke baş girt.

Lê ne ev tenê, gelek xwarin û şîraniyên xweş jî dan me û di dawiyê da jî festeke muzîkê pêşkêşî me kirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE