Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn
XXX
1986-12-04
Me Armanc bir teslîmî Kurdistan Pressê-Orhan Kotan kir. Em berê pê ra peyivîbûn.
Emê nivîsên xwe teslîmî wan bikin, ewê ji me ra binivîsin û mîzanpaja wê çêkin.
Heger kanibin dom bikin ji me ra jî, ji wan ra jî pir baş e.
Ji alî madî da ewê
fêdeyeke me bigihîje wan.
Emê jî bi rehetî kanibin bi şev û roj herin wir, li
wir bixebitin, carnan jî alîkariya wan bikin.
Me got emê çend jimaran biceribînin, hela ka çawa dibe…
Karê dikin pir zor e, navika xwe bi xwe dibirrin. Di nav wan da kesî rojnamevan tune ye, hêdî hêdî fêr dibin.
Em jî eynî ne. Em giş merivên îdîalîst in, lê ne hosteyên karên em dikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar