04 december 2022

Karê baş hêjayî pesin û teqdîrê ye

 


Odeya Bazirganiyê ya Amedê(DTSO) bi merasimekê 120 zarokên di dibistanan da dersên kurmancî-zazakî hilbijartine bi surfplatan (kompîtorên biçûk) xelat kirin.

Ji bo vî karê pir hêja, manîdar ez serok û berpirsiyarên DTSOyê bi dil û can pîroz dikim.

Berpirsiyarê DTSOê karekî pir baş kirine. Mala wan ava be. Karên wiha kanin tesîrên pir mezin bikin.

Dibê partiyên siyasî, zengînên kurd malbatan teşwîqî hilbijartina dersên kurdî bikin.

Hin kes belkî bîr nabin, girîngiya zimên fêm nakin, kesên zana dibê malbatan tşewîqî dersên kurdî bikin.

XXX
Weşanxaneya DARA û Pirtukakurdî hetanî 11ê mehê (11/12) li Fûara Kitêban a Stenbolê ne.

Salon 3

Stand 319

Kurdên li Stenbolê dijîn, çend weşanxaneyên kurdî bi hezaran kitêb anîne ber nigên we. Herin Fûarê, ji xwe ra, ji zarokên xwe ra çend kitêban bikirin, bira fêda we bigihîje nivîskar û weşanxaneyan ji bo ku nivîskar kitêbên nuh binivîsînin, weşanxane jî çap bikin.

XXX
Li Îranê rejîma meleyên faşîst îro 4 kes bi tometa xwedêgiravî ajanên îstîxbarara Îsraîl MOSSADê bûne bi darda kirin.
Di vê sedsalê da hebûna rejîmeke wiha hov, celad ji bo dinyayê jî şermeke mezin e.

Meleyên qatil, faşîst benên wan di destên wan da ne û rojê çend kesên mezlûm bi vîncan va didin libakirin. Dibê ev rejîma hov, celad were rûxandin. Rejîmeke li dijî medenîyetê û însanîyetê ye.

Li gorî xebera medyaya Îranê ya resmî kesên hatine îdamkirin Huseyin Ordûxanzade, Şahîn Îmanî Mehmûdabad, Mîlad Eşrefî û Manoçehr Şahbendî Becandî bûne.
Negotine kesên hatine bidardakirin ji çi miletî ne.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE