05 december 2022

Çend rêz ji bîranînên min -313-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.


XXX
1985-12-05

Min nivîsa xwe ya li ser êrîşên Îraqê do bi şev qedand û îro teslîmî hevalan kir ji bo ku binivîsînin. Îraq êrîşên mezin dibe ser kurdan, rewşa pêşmergeyan pir xerab e. Kurd perîşan in. Tirkiye alîkariya Îraqê dike, bi îhtîmaleke mezin Îran jî gorra kurdan dikole.
Herdu jî neyar in, yek jî naxwaze nenûka kurdan dirêj bibe ji bo xwe pê buxrînin…

XXX
1986-11-05

Ji Kurdistan Pressê telefonî min kirin, gotin hin nivîsên we pir xerab in, nayên xwendin, dibê ji we hinek werin bixwînin.
Min got ez nikanim werim. Ezê sibe werim ji w era bixwînim.

Hin destnivîs bi rastî jî pir xerab in, nayên xwendin. Ancax xwediyê wê bikanibe bixwî.

Xwendina destnivîsa Mûrad Ciwan jî pir zor e, dibê meriv berê çend caran xwendibe.
Lê gelekên ji ya wî xerabtir hene. Hinek îmlayê nizanin. Hin name ji me ra tên wek zarokên nuh fêrî nivîsandinê bibin.

Destnivîsa Mahmûd Lewendî, Malmîsanij xweş e, her kes kane nivîsên wan bixwîne.


XXX
1992-12-05

Îşev hetanî dereng li komelê mam, min nivîsên Armancê

xwendin û rast kirin.

Dûra hevalan şûşeyek Vodka anîn. Me vexwar û çend dest

nezere lîst û kêf kir.

Bêxwediya alkolê meriv ji kerasekî derdixe, dike kerasekî din.

Dibê meriv tu carî zêde venexwe.

XXX

2000-12-05

Merheba!

Birayê delal, M.Emîn*, ez bi nama te ya gelkî hêja û manîdar pir dilşad û kêfxweş bûm. Tu rastiyê dixwazî min hêviya xwe ji te birî bû, min digot ji nuha û pêve êdî tu bersîvê nadî min.

Lê îro, dema min posta xwe nêrî û nameya te dît, ez pir şa bûm; wek ku ji Wêranşara xopan dostekî min yê ezîz hatibe mîvaniya min.

Dibe ku nehatibe serê te(û ez hêvî dikim ewê tu carî jî neyê serê te), lema jî tu yê nizanibî li xerîbî û sirgûniyê nameyek bi çend rêzan jî be bi qasî mîvanekî ji welêt were meriv dilşad û bextewar dike. A bersîva te jî hewqasî kêfa min anî û bîna min fire kir.

Birayê delal, ez rewşa welatê me û zilm û zora li ser we baş dizanim, bêguman hûn wek me ne di nav rehetîyê da ne; her gav û her seet, her tişt dikane were serê we.

Ez vê rastiyê di ekranên telewîzyonan da her roj bi çavên serê xwe dibînim.

Loma jî ez we baş fêm dikim. Ez bawer dikim di vî warî da di navbera me da tu gelş tuneye.
Tenê ez dibêjim divê em kurd bi zimanê xwe bipeyivin, binivîsînin û bixwînin.

Bi baweriya min şerê herî siyasî û herî mezin jî ev e. Dewlet bi hemû îmkan û hêza xwe dixwaze me bihelîne û wek milet ji ruyê dinyayê rake.

Lema jî zimanê me qedexe dikin û nahêlin em weşanê bi zimanê dayika xwe bikin.

Li hember vê siyaset û armanca dewletê dibê em jî bi xurtî li zimanê xwe xwedî derkevin û di her warê jiyanê da wî bi kar bînin. Ne ku rabin bi xebata xwe karê dijmin rehet bikin, yanî bibin alîkarê asîmîlasyonê. Gazinên min di vî warî da bûn.

Ez hêvî dikim hûnê pê neêşiya bin.

Birayê M. Emîn, tu dizanî înternet di nav kurdan da hîn nuh e, heger ji nuha da meriv bi tirkî dest pê bike, ewê wer here, ewê bibe edet û hew pêrgî lê tê girtin.

Mesela heger bala te kişandiye, li hin bajaran ya jî di nabêna hin kesan da axaftina bi tirkî bûye edet, çimkî wer dest pê kirine.

Loma jî guherandina wê tradîsyonê hewqasî ne hêsa ye. Mesela axaftina telefonê, ew jî wiha ye. Ji ber vê yekê jî dema hûn bi kurdî dest pê bikin hûn kanin bibin nimûneyek baş. Lema jî destpêk gelkî girîng e.

Ya din, te gotiye kurdiya min pir ne baş e. Ev ji bin da ne rast e. Kurdiya te bi qasî ya min baş e û bê qusûr e.

Bê mubalexe, kurdiya te ji ya gelek "nivîskarên modern", yên bi nav û deng xweştir û rasttir e.

Carê berî her tiştî, tu dêrikî yî û di ser da jî li Wêranşarê mezin bûyî. Îcar ewê kurdiya te ne baş be ewê ya kê baş be?

Diyar e te berê jî bi kurdî xwendiye û nivîsandiye. Di seranserê nameya te da tenê çend kêmasî û çewtiyên biçûk hebûn. Ji ber vê yekê jî qet ne rast e tu bibêjî kurdiya min ne baş e. Kêmasiyên wiha biçûk di nav xebatê da ji navê radibin. Lema jî divê meriv netirse.

Ma qey em kurmancî di dibistanan da fêr bûn?
Na. Em jî wiha, yanî di nav xebatê da fêr bûn.
Em kurd mecbûr in navika xwe bi xwe bibirin. Îro wekî din tu çara me tuneye.

Di xebatê da yek, dibê baweriya meriv bi merib bê.
Didu, dibê meriv ji kêmasî û çewtiyan qudûmşikestî nebe û hêviya xwe wenda neke.
Sisê, dibê meriv bi xirs be û berdewamiyê nîşan bide. Însan dema bixwaze dikane her tiştî bike.

Em werin ser mesela alîkariyê.
Birayê delal, ez li ser soza xwe me, di warê zimên da çi alîkarî ji destê min bê ez tu carî texsîr nekim. Di vî warî da dibê tu şika we tunebe.

Lê bi baweriya min ji bo me kurdiya herî xerab jî ji tirkiya herî baş çêtir e.

Te hinekî xwe daye nasandin. Bê guman nuha jî dora min e, dibê ez jî hinekî xwe bi te bidim naskirin û "şecera" xwe eşkere bikim.

Wek min berê jî gotibû, ez ji Wêranşarê me û navê min yê berî sirgûniyê jî "Vahap Kumruaslan" bû. Lê ev bîst sal in min û wî dev ji hev berda ye.

Pir xerîb e te li Wêranşarê lîse xwendiye û ez te nas nakim. Dema ez li wir bûm, maleke Ektîrenan jî li wir bû.

Bûrhan û Hecî, nuha min navê wî ji bîr kir, ya birê Bûrhan bû ya jî bavê wî bû. Herdu jî dostên min yên gelkî baş bûn.

Û em herdu jî li taxa Golê çîranên hev bûn.
Îcar ez nizanim tu çiyê wan î? Heger tu Bûrhan dibînî gelkî silavên min lêke.

Îcar tiştekî din, herçiqas tu ji Dêrikê be jî axir tu li Wêranşarê mezin bûyî, yanî bi qasî Dêriktiyê, tu hewqasî jî Wêranşarî yî. Heta dibê tu bêtir Wêrnşarî be!

Îcar çima di malpera te da xeteke(lînkeke)Wêranşarê tuneye? Ma qey wêranşariyên me yên malwêran hîn nebûne xwedî malper?

Heger haya te ji malpereke Wêranşarê hebe tu min ra bişînî ezê gelkî kêfxweş bibim.

Ha min ji bîr kir bibêjim(tu zanî salê sirgûniyê aqil jî nehîştiye!), ez pêncî(50) salî me û çar zarokên min hene, sê lawik û keçikek.

Di xebata xwe da serkeftî bin û mimînin di kêf û xweşiyê da.

Ez ji te ra malpera xwe û çend hebên din dişînim. Heger te maqûl dît tu dikanî wan wek xet bi malpera xwe va girê bidî.
*M. Emîn Ektîren

 

XXX
2009-12-05

Latîf Epozdemir kitêba xwe ji min ra şandiye, xwestiye ez bixwînim û raya xwe li ser bibêjim. Kitêb şiîr e.
Min xwend û ev bersîva dayê:

Birayê Latîf, merheba!
Birayê ezîz, berî hertiştî ji bo vê derengxistinê ez lêborîna xwe ji te dixwazim.
Bira, bi rastî min ji bîr kiribû, ez anuha li meylê rast hatim. Di van demên dawî da "nexweşiya" jibîrkirinê bi min ra çêbûye, ez tiştan jibîr dikim. 
Min çavek li helbestên te gerand. Her bijî, ji bo vê keda te.
Bi rastî min dixwest bi ser û ber bixwînim û di warê zimên da jî pêşniyarên xwe ji te ra bibêjim. Lê min bala xwe dayê di warê zimên û rastnivîsê da tiştê ez bibêjim pir in, loma jî bêyî pêşgotinê û sernivîsekê min qet dest neda helbestên te. Tiştên min di pêşgotinê da rast kirine, min hemû bi rengê sor îşaret kirine, heger hat hesabê te, tu yê rast bikî û nehat hesabê te jî bavêje.

Weke her berhemeke edebî, hezkirina helbestê jî li gor şexsan tê guhertin, helbesta ji bo min şaheser e, ji bo yekî din dikane ne wisa be.

Ji ber vê yekê jî hinekê jê hez bikin û hinekê jî jê hez nekin. Ev yek dibê te xemgîn neke. Ya girîng, te berhemek li kitêbxaneya edebiyata gelê xwwe zêde kiriye.

Lê di warê zimên da tu bi yekî din bidî xwendin ewê baş be. Tu zanî meriv bi xwe çewtiyên xwe nabîne.


Li gor baweriya min, di warê rastnivîsê, wextê, zamîrên şexsan, nêr û mê û tewandinê da gelek çewtî hene. Yekî baweriya te pê tê bixwîne ewê baş be.
Bimîne di xweşiyê da
Zinarê Xamo

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE