05 december 2022

Dostên rojên teng hidik in

Berê li Swêd di nav partiyên siyasî da, di medyayê da, di nav întellektuelan da dost û dilxwazên kurdan ne hindik bûn, têra xwe hebûn. Çimkî talûke û zirareke wan di dostî û dilxwaziya me da tunebû.

Ez bi gotineke din bibêjim, hevaltiya bi kurdan ra wek îro ne talûke û bi rîsk û bi zirar bû.

Lê nuha hevaltiya bi kurdan ra, dilxwazî û piştgiriya bi kurdan ra bûye talûkeyeke mezin, zirara Swêd tê da heye. Kî piştgiriya kurdan bike serokên Tirkiye wan wek dijminê xwe dibînin.

Lema jî dost û dilxwazên me bi carekê da ji ortê beta bûn, deng û his ji kesî dernakeve.

Siyasetmedarên do serokên PYDê, YPGê dawetî meclîsa Swêd dikirin, bi wan ra risim digirin, îro xwe ji PYDê, YPGê, YPJê dûr dixin, newêrin bibêjin ew ne terorîstin in.

Gava dezgehên Swêd, pûlis, Dahîreya Mahciran, Îstîxbarata Swêd, wezîrên Swêd neheqiyê li kurdan dikin, kurdan didin Tirkiyê, gava medyaya Swêd xwe kerr û lal dike, ji dost û dilxwazên me yên berê deng dernayê, hema hema her kes xwe kerr û lal dike, fena ku tiştek neqewimî be. Dixwazin beyanên xwe yên berê ji bîr bikin, rismên bi serokên PYDê, YPJê ra girtibûn veşêrin.

Ev jî nîşan dide ew ne dostên ji dil, ne dostên rojên teng bûne, dostên rojên fire bûne.

Çimkî dostên roja firehiyê pir in. Dema talûke û zirar tê tunebe gelek kes xwe wek dostên meriv nîşan didin.
Lê îro dostiya bi kurdan ra ji bo Swêd bûye talûke, bûye dostiyeke bi zirar.
Tirkiye piştgiriya bi kurdan ra, parastina kurdan wek dijminatiya xwe dibîne û ji hukûmeta Swêd ra dibêje heger Swêd piştgiriyê bide kurdan, heger ji PYDê, YPGê, YPJê ra wek me nebêje terorîst, ev tê wê maneyê hûn hevalên terorîstan in, emê jî endametiya we ya NATOyê qebûl nekin.

Lema jî li Swêd dost û dilxwazên me yên berê ji me dûr ketine, êdî wek berê şûrê me nakşînin, pesnê şerfanên jin nadin û hukûmeta xwe rexne nakin.

Hukûmeta wan, dahîreyên Swêd çi neheqiyê li kurdan dikin jî dengê xwe dernaxin, çavên xwe ji neheqî û bêqanûniya wan ra digrin.
Çimkî li berjewendiyên welatê xwe difikrin. Ew demokrat û humanîstên berê bûne însanên din, bi zimanekî din dipeyivin û qala kurdan dikin.
Helbet ev durûtî ye, bêexlaqî ye.
Lê me kurdan gelek carên din jî bêexlaqî, durûtî û bêbexiyên weiha dîtine.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE