06 december 2022

Çend rêz ji bîranînên min -314-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-12-06

Min bi şev telefonî Nîmet Aydin kir, min got hevalên Kurdistan Pressê dibêjin hin nivîsên Armancê nayên xwendin, ez nikanim herim, here ji wan ra bixwîne. Got ez jî bi wan ra peyivîme. Me li hev kir, ezê sibe herim.

Ev mesela xwendina nivîsan problemeke mezin e. Hevalên Kurdistan Pressê nikanin hin destnivîsan bixwînin. Ev jî dibe sebebê Armanc bi derengî bike. Dibê em çareyekê ji vê gelşê ra bibînin.

Kurdistan Press dibêje nivîsên xwe new ek desniîs, textîlo bikin û bînin, ev yek ewê karê me rehet bike. Emê mêzekin  dibê jê ra çareyekê bibînin.

Me îro civîna Komîteya Partiyê ya Swêd çêkir. Gelşên mer oj bi roj zêde dibin. Hin heval baş naxebitin ev yek dibe sebebê nerazîbûnê û rexnekirinê. Îro di civînê da yekî got ez ji partiyê îstîfa dikim. Piştî hinek sohbet îstîfa xwe paş da girt.

Gava kar baş nameşe meriv bi hev dikeve. Gelşa me ya mezin li welêt em nikanin tiştekî bikin. Ev yek tesîreke negetîf li me dike, yên vi rem bi hev dikevin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE