06 december 2022

Tirkiye Kurdistana Başûr gav bi gav dagir dike

Tirkiyê Kurdistana Başûr bi xwe va girê daye. Lema jî lê riyan çêdike, qereqolan lê ava dike. Leşkerên tirk Kurdistana Başûr kirine welatê xwe. Lema riyan û bingehên leşkerî lê zêde û xurt dikin.

Hukûmeta Kurdistanê û Îraq jî li vê dagirkeriya Tirkiyê ya gav bi gav sêr û temaşe dikin.

Tirkan berê qîma xwe bi dagirkirina Kurdistana Bakur dianîn, digotin ev beş ji me ra bimîne bes e.

Lê nuha dibêjin Kurdistana Bakur tenê têra me nake, dixwazin başûr û rojava jî dagir bikin. Hedefa koalîsyona AKPê-MHPê ev e, dagirkirina başûr û rojava ye.

Bêdengiya hukûmeta Kurdistana Başûr cesaretê dide serokên Tirkiyê, lema jî li başûr riyan dibin nava gundan û serê çiyan.

XXX

Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulûdî Akar gotiye ”li Swêd û li Fînlandayê hîn jî bûyerên provakatîf dibin, li van welatan li dijî Tirkiyê hîn tişt tên kirin, rismên van tevgeran dikevin destên me.”

Bizina kol elimiye daniya, Hulûsî Akar ji ber pîsiya serokên Swêd gewî bûye, mêrik dixwaze Swêd û Fînlanda bibe Tirkiye, tu kes nikanibe Tirkiyê protesto bike, li dijî Tirkiyê tu tiştekî bibêje.

Lê esas ne hewce ye Akar viya bi bîra serokên Swêd xîne, hukûmeta Swêd li hemberî kurdan jixwe siyaseteke tam li gorî dilê Hulûsî Akar dimeşîne. Hukûmeta Swêd bûye hukûmeteke antî-kurd, wek Tirkiyê ew jî wer li dû kurda ye.

XXX

Dibê fort û gefên dijmin me bêhêvî neke. Dijmin ewê tu carî dev ji van gefên xwe bernedin.

Gefên dijminên me pir cidî ne, dibê em viya bi heneka negirin. Lê gerek ev yek me di kar û barê me da sist neke. Dibê em bêhêvî û reşbîn nebin. Hêzên xwe bikin yek û bixebitin.

XXX

Rejîma tirk ya faşîst har bûye, li 50 bajaran Tirkiyê û Kurdistanê avêtine ser malên xelkê, li gorî dibêjin 400 kes girtine. Bûne gurên har, dikin kurdan dabarînin. Girtina 400 kesî ne karê aqil e, zulmeke terorîzma dewletê ye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE