Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1985-12-07
M. Emîn Bozarslan îro li ser kovara Jînê cilda duduya civînek çêkir. Dûr û
dirêj, hêdî hêdî qala xebata xwe kir. Karekî zor û hêja kiriye. Gelek kes
hatibûn civînê.
Malmîsanij li ser kêmasiyên cilda 1ê peyivî. Cilda yekê di meha 1ê ya îsal da
derketibû. Li ser hin kêmasiyên cilda 1ê gelek tiştên cidî gotin. Baş xwendibû.
M. Emîn îtîrazî rexneyên wî nekir. Milet jî ji axaftina Malmîsanij pir memnûn
xuya dikir.
M. Emîn got, ”ez li ser rexneya li xwendevanan tiştekî nabêjim. Lê rexneya li min e ez qebûl dikim.”
Min bi xwe nefsbiçûkiyek wiha ji seydayê M. Emîn Bozarslan nedipa. Kêfa her kesî ji vê bersîva wî ra hat.
Bi rastî jî kes wî nabîne, tu carî naçe civînan, naçe şîn û şahiyên kurdan, wer di mala xwe da ye û wek mûriyan dixebite. Xebata wî pir baş e, gelek tiştên hêja ji herfên erebî transkrîbeyî herfên latîne dike.
Kovara Jînê yek ji wan xebatên wî ye, li gorî gotina wî dema biqede ewê 5 cild be. Programa wî nej i bo hefteyekê ya jî mehekê ye, ji bo 20-30 sala ye.
Lê kurd dixwazin carnan wî bibînin. Ew jî viya qebûl nake, ji bo ku meriv wî bibîne dibê wextê jê bixwaze û here mala wî.
Mehmet Ûzûn jî pêşniyar kir, got bira di cilda dawiyê da bîblîyografiya nivîskarên Jînê were çêkirin.
M. Emîn Bozarslan got, ”ev karekî pir zor e, şexsek nikane bike, lê kesên bi xîret tiştan top bikin û ji min ra bişînin ezê çap bikim.”
Weşanxaneya Dengê Jîn çap dike. Cilda duduya di cotmehê da(meha 10)çap bûye.
Me kovara Ronahî biribû ciyê civînê difrot. Me(Weşanxana Jîna Nû) Ronahî nuh çap kiribû. Piştî civîn qediya min yek bir da M. Emîn Bozarslan, min got seyda, me Ronahî ji nuh ve çap kiriye. Ronahî ji destê min girt, got sipas, li heqê wê nepirsî.
Min Jîn jê kirî, lê wî perê Ronahiyê neda. Ew jî ji kîsê min çû. Helbet wî texmîn kir ez diyarî wî dikim, lema li buhayê wê nepirsî.
XXX
1986-12-07
Nivîskarê fransî Andrê Gîde li ser nivîsandina bîranînê gotiye, ”nivîsîna
bîranînan xelaskirina tiştekî ji destê mirinê ye.” Camêr rast gotiye, bi rastî jî
were ye, meriv serpêhatiyên xwe, bîranînên xwe nenivîsîne ewê bi meriv ra herin
gorrê. Lema jî meriv ji destê mirinê çi xelas bike baş e, li kara meriv û
tarîxa miletê meriv e.
XXX
2000-12-07
Mehemed Emîn*, xortê delal !
Min nameya te girt, gelek spas. Ez gelkî kêfxweş bûm ku tu
lawê Hecî Xelîl î. Bi rastî jî min gelkî bîriya sohbeta bavê te û apê te
kiriye. Dema ez li wir bûm dikaneke we ya konfeksîyonê hebû. Yekcarnan ez diçûm
li dikanê rûdiniştim û me ji xwe ra qala halê kurdan û derdê dinyayê dikir.
Heft xwezî bi wan rojan!
Malneket, hûn jî pir hêdî liberxwe didin, zû zora van
bêbavan bibin ji bo em jî bikanibin vegerin welatê xwe û wê Wêranşara şîrîn.
Heger bê bîra te, ew axaftina min ya di wê ”mitînga korsan”
da ku te qal kiriye, bi kurdî bû. Ez bawer dikim sal 1976 bû. Ji ber wê
axaftinê deh meh ceza dan min, lê min xwe neda dest.
Baş e wa ye ez têm bîra te, min digot li Wêranşarê nuha kes
min nas nake. Û ji bin da hatime jibîrkirin.
Gelek silavên min ji bavê te û ji apê te ra hene. Û ji wan
ra bibêje ku min ew ji bîr nekirine. Bi hêviya ku di demeke nêz da li Wêranşarê
em hevûdu bibînin.
XXX
2000-12-07
Xortê hêja, birayê Dara
Bira te bizanîbûya bi vê bersîva te, ez çuqasî kêfxweş û dilşad
bûm. Ji bo vê yekê jî gelkî spas.
Ez gelkî dilşad bûm, ji ber ku di demeke kin da min bi çavên serê xwe dît xebat
û keftelefta min ne belasebeb bûye û ji bin da bi avê da neçûye.
Yanî ew nameyên min ji we ra(ji te ra, ji Mistefa Karahan ra, ji Behzat û
Evdirehman Onen û ji M. Emîn Ektîren ra) şandin gihîştin armanca xwe. Çimkî ji
jiyana xwe jî ez zanim meriv bi nêteke pir paqij jî dikane şaşiyan bike.
Axir, ji vê nimûneyê jî derdikeve tu zirara kurdan di
danûstendin û di dîyalogê da tuneye.
Dema kurd bikanibin li ser kêmasî û çewtiyên xwe bi zimanekî maqûl bi hev ra
minaqaşe bikin hertim baş e û feydeya wan tê heye. Bi ya min dibê pîvaneke me
ya pir basît hebe: Di her tiştî da dibê kar û zirara gelê me pîvana esasî be,
yanî kara wê ji me ra çi ye, zirara wê çi ye?
Dema felsefa me ya jiyanê, pûsûla me ev be jihevgerandina başî û xerabiyê jî
gelkî hêsa dibe.
Bi silavên dostan û bimîne di xweşiyê da
Zinarê Xamo
XXX
2013-12-07
Birayê Sînan*, tu yek ji wan siyasetmedar û serokê kurd e
baweriyekê, hêviyekê dide meriv.
Lê te jî bi ”qûna” kominîzmê girtiye. Ez ne li dijî fikrê çepîtiyê me. Lê heger
tu dixwazî li Kurdistanê bibî hêz û pêşengiya gel bikî dibê tu xwediyê siyaset
û îdeolojiyeke li gorî şertên welat û gelê xwe bî.
Birayê ezîz, li Swêd kominîst nemane, îcar li Kurdistanê hûnê kurdan bikin
kominîst?
Bi vê siyasetê û îdeolojiyê ez bawer nakim hûn li Kurdistanê kanibin bibin
tevgereke kîtlewî.
Birayê ezîz, li taxa musilamanan şeytanok(salyangoz)nayên firotin.
Tu çawa vê rastiyê nabînî ez matmayî dimînim.
Gelek silavên biratiyê
*Sînan Çîftyurek
XXX
2020-12-07
Ji Îbrahîm Osman ra
Merhena ji te ra! Min daxwaza hevaltiya te qebûl kir. Dixwazim tiştekî ji te bipirsim. Wer xuyaye tu ji Wêranşarê yî, tu hemşeriyê min î. Ma berê, tu qet bû hevalê min?
Yek hebû, êzdî bû, nivîskar bû. Bû hevalê min, gelkî kêfa min jê ra hat. Min qedrê wî girt.
Lê dû ra li ser nivîseke min a li ser apociyan, ji min ra hin gotinên bêedeb kirin û min ew ji hevaltiya xwe derxist.
Ez nizanim tu ew kes î, ya na? Heger tu ew kes î, ezê te ji hevaltiya xwe derxim. Lê ku tu ne ew î ji xwe mesele nîne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar