07 december 2022

Pêsekiniyên tirkan dixwazin kurd jî wek wan bin

Parlamnenterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier do di meclîsa Tirkiyê da xwest bi kurmancî bipeyive, lê parlamenterê CHPê û cîgirê serokê parlamentoyê Haydar Akar mîkrofon girt, nehîşt Taşçier axaftina xwe dom bike.

Haydar Akar got, kes ji axaftina te fahm nake, zimanê dayika min jî heye. Heger ez jî bi zimanê dayika xwe bipeyivim kesê ji min jî fahm neke. Lema ez bi zimanê dayika xwe napeyivim, dibê tu jî wek min bikî.

Haydar Akar mahcirekî gurcî ye, wî eslê xwe, zimanê xwe înkar kiriye, bûye nasyonalîstekî tirk, dixwaze kurd jî wek wî xwe înkar bikin, bibin tirk.

Gava mahcirên balkanî, kafkasî û pêsekiniyên tirkan dibînin kurd wek wan teslîmî tirkbûnê nabin, doza welatê xwe, zimanê xwe û serxwebûna xwe dikin mahcir dîn dibin, êrîşî kurdan dikin.

Kurd ne mahcir in, xwediyên Kurdistanê ne, ji welatê xwe, ji zimanê xwe, ji kultura xwe hez dikin û li her derê jî viya dibêjin û diparêzin.

Li Tikriyê şerê kurdan ji tirkan bêtir bi van mahcirên kafkasî û balkanî ra ye, nasyonalîst, faşîst û irqçiyên tirk bi piranî ji wan in, yên herî bêtir bela xwe di kurdan didin jî ew in. Haydar Akarê gurcî jî yekî ji wan e.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE