08 december 2022

Çend rêz ji bîranînên min -316-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-12-08

Îşev ez, Mûrad Ciwan, Nîmet Aydin em çûn Kurdistan Pressê hetanî nîvê şevê(01.30)li ser Armancê xebitîn. Me nivîs nivîsîn, rast kirin û ji bo mîzanpajê dan Orhan Kotan. Wî jî mîzanpaj çêkir. Em giş pir westiyan. Lê xebata bi hev ra xweş e, dawet e.

Xwedê kir li Kurdistan Pressê çay û qahwe û hin pêxwarin hene. Gava meriv birçî dibe tiştekî dike ber dilê xwe.


Piştî me karê xwe qedand em çûn mala Mûrad, ez li wir raketim. Wê saetê çûna mal pir zor bû. Ciyê Kurdistan Pressê li bakurê Stockholmê ye, mala me li başûr e. Ez bi otobozên şevê hetanî destê sibê jî nedigihîştim malê.

XXX
1996-12-08

Nivîsa min li ser Cemîl Gundogan nivîsîye min îro qedand. Min telefonî Faris Medenî Marsîl kir, min got nivîs hazir e, ez kanim sibe teslîmî te bikim.

Me hinekî li halê hev pirsî û sohbet kir. Di nav sohbetê da got , ”Kulturradetê/dahîreya alîkariyên kulturî” alîkarî ji ser Armancê birriye, rewşa me hinekî kirîtîk e.”

Dewlet alîkariyê nede Armanc dernakeve. Dibê îtîraz bikin, belkî biryara xwe biguherin.

Hin referensên Kulturradetê hene, ji wan dipirsin, li gorî pêşniyar û raporên wan hereket dikin. Carnan jî kurdên dilnexwazên meriv muxbîriyê jî dikin.

Bi sedhezaran kurd li Ewrûpayê hene lê em nikanin rojnameyeke mehane fînanse bikin.

XXX
1999-12-08

Di rojnameya Ozgur Polîtîka da xeberek heye, dibêje ronakbîrên kurd do li Stockholmê deklarasyonek belav kirin. Telewîzyona Medya jî di xeberên xwe yên do da qala vê civînê kir.

Tiştê entresant navê min jî di vê belavokê da heye. Yanî min jî beyan îmze kiriye.

Lê ne haya min ji civînê heye, ne ez çûme civîneke wiha, ne jî min belavok melavok îmze kiriye.
Çewtiyek bûye lê ez nizanim çi ye, kê navê min nivîsî ye?
Ezê sibe tiştekî ji Ozgur Polîtîkayê ra binivîsînim.

XXX
2013-12-08

Firat Cewerî di twîtterê da li ser rola xwe ya edebî agir berdaye erdê, ji Mihemed Ûzûn xerabtir kiriye. Xwe kiriye Xocê Xizir û kurmancî ji gorrê rakiriye.
Wî jî wek Muhemed Ûzûn kiriye, ji bo ku xwe pir mezin bike, kurmancî kiriye zimanekî mirî, wî bi qelema xwe ruh dayê û ji mirinê xelas kiriye.
Wî jî gotiye bi qelema xwe xwestiye kurdîya pelçiqî, li ber wendabûnê ji mirinê xelas bike.
Ev twîttên xwe bi tirkî nivîsîne. Min tirkiya wan îro(2013-12-08) bi Mesenggerê ji Hesenê Metê ra şandin. Kurmanciya wan wiha ye:

Firat Cewerî @FCeweri7h :Kurdî zimanekî pelçiqî bû. Min dixwest vî zimanî ji nuh ve zindî bikim, li riyên vegerandina(îadekirina) îtîbara wî digerîyam, digerim.

Firat Ceweri @FCeweri7h : Bi nivîsîna kurdî armanca min ne ew bû ez bibim xwedî pere û yekî bi nav û deng bim, min dixwest bingehê edebîyata kurdî ya modern deynim û edebîyata kurdî derxînim qada gerdûnî/unîversal.

Firat Ceweri @FCeweri7h: Bi zimanekî qedexekirî ji bo ku meriv edebiyatê bike, wê edebîyatê derxîne qada gerdûnî/unîwersal dibê meriv ya dahî be ya jî sihêrbaz be.

Ev jî tirkîya wan e:

Hesen merheba!
Ez dibêjim belkî tiwittira te tuneye. Fermo ji Firat Cewerî çend nimûneyên tiwittê:
FCeweri7h Kürtçe örselenmiş bir dildi ve ben bu dili yeniden diriltmenin, itibarının iade edilmesinin yollarını arıyordum, arıyorum...
Firat Ceweri @FCeweri7h Kürtçe yazmakla amacım para ve ün sahibi olmak değil, modern Kürt edebiyatının temelini atmak ve Kürt edebiyatını evrenselliğe taşımaktı.

Firat Ceweri @FCeweridec 6 Yasaklı bir dille edebiyat yapmak, yapılan edebiyatı evrenselliğe taşımak için ya dâhi, ya da sihirbaz olmak gerekir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE