08 december 2022

Gotinên naylon kurmancî dejenere dike

Hin kes û nivîskar ji gotinên çêkirî pir hez dikin. Yek ji van gotinan jî peyva "wêje" ye, yanî edebîyat e.

Hin kes û nivîskar ji edebîyatê ra dibêjin ”wêje” û ji edîb ra jî dibêjin ”wêjenas”.

Kesên dev ji peyava edebîyatê û edîb berdane ne hindik in, pir in û roj bi roj jî zêde dibin.

Etîmîlojiya ”wêje” yê çi ye, ji ku hatiye ez nizanim. Lê ev nav di nav nivîskaran da pir populer e, ”wêje” û ”wêjenas” bûye benîştê devê gelek nivîskaran.

Ez meraq dikim gelo di kîjan kilasîka kurmancî da  di dewsa edebîyatê da ”wêje” hatiye gotin?

Çi bi edebiyatê û bi edîb hatiye, çima emê wan ji zimanê xwe bavêjin û ”wêje”yê û ”wêjenas” têxin dewsa wan?

Di kurmancî da belkî sedan nav û sifetên bi edeb û edbiyatê hene. Tu dema dibêjî edîb, edebiyat, edeb, bêedebî, bi edeb be, bêedebiyê meke her kurd fêm dike tu çi dibêjî.

Çima emê van gotinan gişan li xwe qedexe bikin û peyva naylon ”wêje”yê bi kar bînin?

Bi gotinê wiha naylon dilê xelkê ji kurmancî sar dibe.

Heger hûn hewqasî li dijî erebî ne wê demê gotinên erebî gişî ji kurdî derxînin. Em gotinên erebî bi kar neynin em nikanin ji hev fêm bikin.

Di swêdî, almanî da bi hezaran peyvên zimanên din hene. Nîvê tirkî, farisî erebî, kurdî ye. Nîvê farisî erebî ye.

Ji bo min ya muhîm tiştê ez dinivîsînim li gorî sentaksa kurmancî be û kurd jê fêm bikin.
Hin gotin bi erebî ne ji bo min qet ne muhîm e. Heger kurmancîya rast, orjînal hebe helbet wê tercîh dikim, lê ne neyarê peyvên erebî me.

Em nikanin peyvên erebî gişan ji zimanê xwe bavêjin. Ev him ne mimkûn e, him jî ne reast e.

Gelek kurdên başûr û rojava heyranên peyvên çêkirî, naylon in, lê kes ji nivîsên wan rindikî fêm nake. Çimkî peyv bi kurmancî bin jî sentaks ne kurmancî ye, sentaksa zimanê erebî ye.

Kurdên başûr û rojavayê Kurdistanê kurmancî li gorî sentaksa erebî dinivîsin, lê heta hûn bixwazin neyarên peyvên erebî ne. Xwezî ji dêlî neyartiya erebî bikirana, sentaksa/hevoksaziya kurmancî fêr bibana ewê gelkî baştir bûya.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE