08 december 2022

Li Swêd pûlis wer li pey kurda ye

Tirkiye ji Swêd ne kurdan tenê, hin tirkên merivên cimata Fettulah Gulen jî dixwaze. Hetanî nuha 3 kurd dan Tirkiyê, lê ji teslîmkirina tirkan ra Swêd dibêje na em nadin.

Çimkî derdê Tirkiyê jî, derdê Swêd jî bi kurdan ra ye.

Li Swêd kesên herî bêpişt kurd in. Mahmûd Tat 10 rojan di nezaretê da girtî bû haya kesî jê tune bû. 

Ne medya kurd, ne jî ya Swêd qet qala wî nekir. Rojekê berî wî bidin Tirkiyê Radyoya Swêd beşê Kurdî qal kir, roja din jî dan Tiriyê. 

Tirkek tu carî hewqasî ne bêxwedî ye.

Hukûmeta Swêd jî viya baş zane, lema jî ewê hîn gelek kurdên din jî bifroşin Tirkiyê.

Li gorî rojnameya Dagens ETCê nivîsîye nuha jî dixwazin kurdekî bi navê Nahsan teslîmî Tirkiyê bikin. Jixwe dema teslîm dikin nabêjin, haya kesî jê çênabe. Medya tirk dinivîse, kurd bi vî hawî pê dihesin.

XXX
Hikûmeta Almanyayê di rapora xwe ya li ser Mafê Mirovan da gotiye, ”rewşa Tirkiyê di mesela mafên mirovan da di gelek waran da ne baş e.”

Rapora ji rewşa mafê mirovan a li Tirkiyê ra bibêje ”ne baş e” ew ne rapor e, qeşmerî ye, pêkenîna bi rastiyê ye. Almanya madîyetê tim di ser însanîyetê ra digre, lema jî faşîzma Tirkiyê makyaj dike. Dibê meriv navê tiştan rast bijêje, li Tirkiyê îro dîktatoriyeke irqçî, faşîst, neînsanî heye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE