08 december 2022

Ax ji derdê van diranan !

Wele tuxtora min a diranan îro ez şewitandim, 3200 kron ji min girt. Min got pir e, got min çar diran dagirtin ne pir e, kompîtor hesab dike.

Min digot belkî tuxtora min ji Libnanê ye, got na, ez ji Mûsilê me. Alîkara wê jî keçikeka midyadî bû. Herdu jî xanim bûn, baş bûn, lê tenzîlat nekirin. Tuxtorê got hindek e ne pir e.

Heftak berê jî min 1000 kron dabû, bû çar hezar û dused. Dike 4200 kron. Ew jî dike 420 dolar.

Sala bê jî ezê herim ewê paqij bikin, miheqeq ew jî hezar kron e. Ewê pênc hezaran derbas ke.

Li swêd çûna ser tuxtorê diranan malşewitandin e, meriv şulût dikin û berdidin. Di devê min da çend kok mane ezê pê ra ketime belayê.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE