09 december 2022

Çend rêz ji bîranînên min -317-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-12-09

Îro rojnameya Swêd Aftonbladetê, radyoya Swêd û telewîzyonê li ser mahkima DDKADê(komela Jinên Şoreşger, Demokrat)xeberek belav kirin.
Rojnameya Aftonbladetê bi hevala me Sabîha Diljen Otluyê ra hevpeyvînek jî kiriye. Nivîs ya Eşref Okumuş e. Di nivîsê da komela jinan DDKAD tê nasandin û qala mahkima wê tê kirin. Nivîseke baş e, jinên kurd û xebta wan daye naskirin.

Îşev li Kurdistan Pressê heta 12ê şevê li ser Armancê xebitîm. Ev jimar pir xweşik bûye, tam li gorî dilê min e.

XXX
2000-12-09

Mistefa*, xortê delal!

Merheba ji te ra. Min nuha careke din li malpera te nêrî, lê min tu guherandinek tê da nedît, hertişt dîsa wek xwe ye. Lê heger bê bîra te, te soz dabû, te gotibû tu yê di rojên pêş da li ser pêşniyarên min bifikirî û di malpera xwe da hin guhrandinan bikî.
Mesela te bi sedan kovar, rojname, radyo û telewîzyon û dezgeyên tirkan wek xet(lînk) bi malpera xwe ve girê dane, lê yeka kurdan jî tuneye.
Gelo ji bo çi?
Ma ew bi hezaran xetên(lînkên) te bi malpera xwe ve gidirê dane gelo ew ji yên kurdan bêtir nêzîkî te ne?

Em bibêjin tu baş bi kurdî nizanî ya jî ji ber zilma dewletê tu newêrî malpera xwe bi kurdî çêkî, lê ma tu nikanî xetên(lînkên) kurdan jî bi ya xwe ve girê bidî?

Te bi hezaran lînkên tirkan girê dane, ew ne tenê hebûna te înkar dikin, tu baş dizanî ku GÛ bi gelê te didin xwarin.

Ez qet fêm nakim, ev dezgehên bîst û çar seet li dijî gelê te dijminatiyê dikin tu çima li ciyê rehetiyê radibî reqlama wan dikî û heta dereceyekê jî dibî wasiteya propaganda wan.

Ma tu dikanî nimûneyekê nîşanî min bidî ku ew jî malperên kurdan wek lînk bi malperên xwe ve girê didin?

Tirk camêran bi xîret û xwedî şiûrekî milî ne, berî her tiştî ji xwe ra dikin. Tenê em kurd ji xelkê ra masiyan û ji xwe ra jî kûsiyan digrin.
Gelo çima?
Bi hêviya tu hemû malperên kurdan jî weke lînk bi malpera xwe ve girê bidî.

Zinarê Xamo

*Mistefa Karahan

Li jêr ez lînkên çend malperan ji te ra dişînim …
Mistefa Karahan

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE