09 december 2022

Tirkiye li pişt Eniya Tirkmen e

Berdevkê Eniya(cepheya) Tirkmen a Îraqê Mihemed Seman gotiye ”heger madeya 140î were bicîkirin ewê şerê navxweyî derkeve.”

Zirto gefê li kurdan dixwe. Dibêje tirkmen û ereb ewê êrîşî kurdan bikin. Dibê Kerkûk herêmên dagirkerî nebin yên kurdan.

Yê vê cesaretê dide vî zirtebozî Tirkiye ye, ji Tirkiyê piştê digre.

Mihemed Seman zilamê Tirkiyê ye û bi devê Tirkiyê dipeyive. Lema jî neyartiya kurdan dike.

Tirkmenên Îraqê jî wek Tirkiyê dixwazin Kerkûk, Mûsil, Xaneqîn û herêmên Kurdistanê yên di bin dagirkeriya Îraqê da nekevin destê kurdan, giş ji Îraqê ra bimînin.

Helbet tirkmen giş wiha nafikirin, tirkmenên Kurdistanê giş ne bi Eniya Tirkmen û Tirkiyê ra ne, tirkmenên bi kurdan ra, yên dixwazin Kurdistan çê bibe jî hene. Lê Tirkiye bi milyaran pera li wan belav dike ji bo ku tirkmenan bike neyarên kurdan.

Eniya Tirkmen bi bindestiya ereban razî ye, lê ne razîye tirkmen jî bi kurdan ra Kurdistana serbixwe ava bikin. Çimkî hevsarê Eniya Tirkmen di destê Tirkiyê da ye.

XXX
Lavrov: Amerika, Suriye’de bağımsız bir Kürt devleti için çalışıyor; Astana üçlüsü olarak sert müdahale edeceğiz

Wezîrê karên dereve yê Rûsyayê Lavrov dîsa neyartiya xwe nîşanî kurdan daye, gotiye, ”Amerîka dixwaze li Sûriyê dewleteke kurd ava bike, ji bo wê dixebite. Wek sê welatên Astanayê em reaksîyoneke sert nîşan bidin.”

Mêrik eynî wek berdevkê Erdogan peyivîye. Ez bawer nakim Lavrov vê neyartiya bi kurdan ra belaş dike, miheqeq Erdogan çend quriş berra bêrîka wî daye.

Wer xuya dike bêyî Amerîka û Fransayê kes xêra me kurdan naxwaze, wa ye Rûsya jî bi qasî Esed û Erdogan li dijî azadîya me ye.

XXX

Amerîkayê di butça xwe ya parastinê ya 2023a da 165 milyon dolar ji bo hevkariya bi HSDê ra cihê kiriye. Ev îşareteke baş e, tê wê maneyê Amerîka ewê salê tê jî li Sûriyê, li Kurdistanê bimîne û alîkariyê bi HSDê ra bidomîne.

Lê Amerîkayê vê alîkariya xwe bi şerê li dijî Daîşê va girê dide, ne wek piştgiriyeke bi kurdan ra. Fena ku HSD, kurd leşkerên Amerîka yê bi pera bin.

HSD, PYD, YPG, YPJ ji bo Daîşê ava nebûne, Daîş hebe jî, tunebe jî ewê hebin. Çimkî ew ji bo welatê xwe û miletê xwe biparêzin hene. Dibê alîkariya Amerîka bi şerê li dijî Daîşê ra ne sînordar be, ji bo miletê kurd be jî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE