09 december 2022

Piştî micadeleyeke bêhempa û mişt dramatîk Arjantînê zora Hollandayê bir

Maça Arjantîn-Hollandayê qediya. Arjantînê Hollanda bi zor, bi berxwedaneke mezin bir û hustuxwar ji sahê rêwî kir.
Xwedê kir Arjantînê qezenc kir. Bi baweriya min qezenckirin heqê Arjantînê bû.

Lê Hollandayê jî pir xweş lîst. Çend caran nêzî zaferê bûn, lê Arjantîn teslîm nebû, tim ji wan stend.

Esas dibê maç dirêj nebûya lê him ji neheqiya hekem, him jî ji ber şaşiya arjantîniyan maç dirêj bû û îhtîmala Hollandayê qezenc bikira çend caran çê bû.

Lê golparêzê Arjantînê jêhatî bû, du penaltî xelas kirin û welatê xwe bir nîvfînalê.

Ji maçên hetanî nuha min temaşe kirine maça herî xweş, herî bi heyecan û herî dramatîk bû, bîn li meriv diçikiya.

Çend caran di sanîyeya dawî da guhertina qedera maçê tiştekî pir îstîsna ye.

Herdu aliyan jî pir baş lîstin, lê futbol e di dawiyê da yek qezenc dike, vê carê qezenckirin bû qismetê Arjantînê, girî û hustuxwarî jî bû para hollandiyan.

XXX

Texmîna min rast derket, Brazîlyayê xwe hetikand, Xirwatîstanê di penaltiyan da qezenc kir. Ji 4 penaltiyên Xirwatîsanê yek jî li fûtê neçû, Brazîlyayê dudu şewitandin û xatir ji Kûpayê xwestin.

XXX

Nîvî pêşî yê maça Brazîlya- Xirwatîstanê 0-0 qediya. Brazîlyayê futbolek li gorî hêvîya jê dihat kirin nelîst. Maçeke ne bi heyecan e.

Heger Brazîlya vê lîstika xwe di nîvê maçê yê din da jî dom bike nikane Xirwatîstanê bibe.

Xirwatîstan pir sakîn û bi sebir dilîze, bi texmîna min şansê qezenckirina Xirwatîstanê ji yê Brazîlyayê zêdetir e.

Ez maçê temaşe dikim lê ne dilxwazê yekî me jî. Kî qezenc bike ne pê kêfxweş dibim, ne jî xemgîn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE