Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-12-10
*Min îro saet di 009.00a da Armanc bir teslîmî çapxaneyê kir. Du roj in ez, Mûrad Ciwan û Nîmet Aydin li
Kurdistan Pressê bi şev û roj li ser Armancê dixebitîn. Ez pir westiyayî û
bêxew im. Lê dema Armanc diqede û meriv teslîmî çapxaneyê dike meriv westiyan
mestiyanê, bêxewiyê ji bîr dike.
Min 8 hezar kron heqê çapa kitêba Kerîmê Husamî teslîmî hevalê Mîlonasê xwediyê
çapxanê kir. Tiştê baş dema perê me tunebe, ya jî hindik be Mîlonas xwe li me radigire, ji me ra bi deyn çap dike. Yekî yûnan e, ji me ra pir baş e.
XXX
1999-12-10
Civîna Yekîtiya Ewrûpa ya li Helsînkîyê qediya, bi yekdengî
berendametiya Tirkiyê qebûl kirin.
Di mesela Qibrisê û gelşên Tirkiyê û Yûwnanîstanê da hin îfadeyên ne li gor
dilê tirkan di belavokê da hene, lê wekî din tiştekî bêdilê tirkan negotine. Di
mesela kurdî da jixwe qet qapax ranekirine.
Tirk bi hin îfadeyên di belavokê da xwe aciz dikin, lêbelê baweriya min fêlbaziyê
dikin, beyan tam li gorî dilê wan e. Çimkî Yekîtiya Ewrûpayê jî ambargoya
Tirkiyê a li ser mesela kurd û Kurdistanê qebû kiriye. Ji bo tirkan mesela herî
muhêm ev e.
Heger Tirkiye qebûl bike serokwezîr Ecevîtê ewê sibe here Helsînkiyê, deklarasyona civînê
îmze bike. Ez dibêjim ewê here.
Heta nuha gelek caran kurd hatine firotin, çimkî tim xelk li
ser navê wan dipeyive. Tiştê diyar e vê carê jî beramberî mesela Qibrisê û
Yûnanîstanê, Yekîtia Ewrûpayê heq û huqûqê kurdan firotin. Bi kurdan ra bêbextî
kirin.
Lê ya din jî rêberê me jî ne tu rêber in, PKKê û HADEPê jî bi qasî tirkan
dixwestin Tirkiye bêqeyd û şert bibe berendam. Siyaseta HADEPê berê ne wiha bû,
diyar e bi emrê A.Ocalan ev siyaseta dostiya Tirkiyê hilbijart.
Lê li alî din rastiyek jî heye em nikanin bi mêrikan, belkî bi vî hawî Ewrûpî
bêtir kanibin tesîrê lê bikin. Lê ew jî bi îstîkrar, bi biryardarî dibe. Dibê
Yekîtiya Ewrûpayê ji dil mafê kurdan biparêze, ji wiya tawîzê nede tirkan.
XXX
2000-12-10
Ji malpera Qizilte(Qoserê ra
Merheba ji we ra!
Min nuha hinekî bala xwe da malpera we. Hûn bajarê xwe didin
naskirin, tiştekî gelkî baş e. Di vî warî da ez we pîroz dikim.
Lê li alî din ji bo ku zimanê malpera(sîteya) we bi tirkî ye tiştekî ne baş e.
Bi baweriya min dibê em kurd jî ji zimanê xwe fedî nekin û bi serbilindî pê
bipeyivin.
Bi rastî ji bo me şermeke pir mezin e em wiha bi hêsanî dev ji zimanê xwe
berdidin û xwe li zimanê xelkê sor dikin.
Ma qey asîmîlasyona dewletê têrê nake hûn jî radibin xwe di ber ra dikin?
Ez fêm nakim ji bo çi em kurd jî wek her miletî ji xwe, ji qewmê xwe, ji tarîx,
edebiyat û zimanê xwe hez nakin?
Hûn nikanin bibêjin em jê hez dikin, ji ber malpera we nimûna vê yekê ye.
Ma gelekî zor e ji dêlî hûn bibêjin nizanim ”falan yerîn adi şudur”, hûn
bibêjin navê vê derê ev e?
Ya din jî lêxistina ala tirkî ye.
Birayên delal, ma hûn mecbûr in du alên tirkan yên wek du
bermalan li malpera xwe xin?
Em qebûl bikin hûn nikanin ala kurdî lêxin, ê qenekê bi ya Tirkan nexemilînin.
Ma qanûnek heye we mecbûr dike hûn ala tirkî bi malpera(sîteya) xwe da kin?
Tiştê ez zanim tu mecbûrîyeteke wiha tuneye. Û di ser da jî xwedêgiravî we
gotiye, "ev malper hewildaneke ferdî ye û têkiliya wê bi tu rêxistin û
dezgeyeke resmî ve tunye"
Ê heger wiha ye, wê gavê we çima ala tirk li rûpela xwe ya pêşî xistiye?
Ma ala tirk ne sembola dewleteke hov e ku hebûna kurdan înkar dike û gû bi wan
dide xwarin?
Îcar dema meriv rabe vê alê bi malpera xwe da ke û ya kurdan pêda neke(ez zanim
hûn nikanin) û dîsa jî ewê nebe siyaset. Wê gavê siyaset çi ye?
Esas tiştê herî însanî û normal ewe dema yek li meriv neheqiyê bike dibê meriv
jê hez neke.
Lê li ba me ev qanûn jî berovacî bûye. Tirk çiqas li me siwar tên, em him hîn
bêtir ji wan hez dikin, him jî ala wan bilind dikin!
Wek kurdekî ez pêşniyar dikim hûn vê alê ji malpera
Qiziltepe daxînin jêr. Û ya din jî hewil bidin rûpela xwe bikin kurdî ya jî bi
kêmanî bikin kurdî û tirkî. Ez dixwazim di vî warî da bîr û baweriya we jî
bizanibim.
Bimînin di xweşiyê da
Zinarê Xamo
XXX
2001-12-10
Merheba Selîm!
Nuha ji malê ji min ra gotin te telefon kiriye. Ez fêm nakim
çima tu telefonî malê dikî?
Dibê numreya telefona min ya destan û ya ciye kar li ba we hebûya. Ez bi roj
seet hatani 16. 40î kar dikim.
Ji ber elîfba kurdi li ciyê karê min tuneye ji mecbûrî ez bi
elîfbeya swêdî ji te ra dinivîsînim. Ez hêvî dikim tu yê bikanibî bixwînî.
Çîroka min ji we ra bi telefksê şandibû navê wê RÛVî Û ŞÊRÊ
NEXWEŞ bû. Min di 19ê meha nehan(19/9)da li ser navê Serdil Xanimê şandibû û
rica kiribû berî weşandinê ji bo rastkirinê kopyakê ji min ra bişînin.
We kopyek bi telefaksê şand ciyê karê min, le nivîs bi temamî nehatibû, du-se
paragrafên dawiyê hatibû.
Lê diyar e mesele pir li bin guhê hev ket û dirêj bû. Dev jê
berde, neşîne, ezê ji nuhve da binivîsinîm.
Ji kerama xwe kopyeyeke çîroka vê heftê(rûvî û şêrê nexweş) ji min ra bisînin; çimkî kopya wê li ba min tunye.
XXX
2013-12-10
Birêz Sînan Çîftyurek, çend roj berê(7/12)min e-mailek ji
te ra şand. Te bersîvek neda. Gelo te negirt, ya jî te hêjayî bersîvê nedît?
Ez dizanim karê te pir e, tu bi karê cidîtir mijûl î, lê dîsa jî min wisa
texmîn dikir ku bi kêmanî tu yê bibêjî ”sipas ji bo mesaja te.”
Lê diyar e tu wek serokê partiyek kominîst wexta xwe nadî tiştên wiha basît û
beradayî.
Ez hêvî dikim ez şaş bim…
Bimîne di xweşiyê da
Zinarê Xamo
XXX
2013-12-10
Kek Xamo merhaba.
Mın gotınê te tiştên basit û beradayi nehesIband. Tê baverbıkê û mın fersend
nedit ki ez bersiv bıdım te. Ez beşdara gotınê te dıbım navım ev tışteki dıne
li belê ki lê mên bi dosteyi reğnabıke ez ecznabim. Malê te avabe!
Kurdîya min hîn jî zeîf e, ez vegerim tirkî. Erê, min
fersend nedît bersîvê bidim te. Heger e-maîla te ya dawî nehata minê bersîv
hinekî din jî dereng bixista.
Hevalê minê hêja, Kurdistan jî wek her welatî welateke û kurd jî miletek in û
êdî di nav kurdan da jî sinifên dijberî hev hene. Ji kurdan ra jî partiyeke
komunîst lazim e. Me ew mîsyon hildaye ser milê xwe.
Tu zanî berê partiyên bakurê Kurdistanê giş marksîst-lenînîst bûn, nuha em ne
tê da gişk bûne demokrat, lîberal.
Yanî ba ji kîjan alî da tê, berên xwe bi wî alî va kirin. Me li gorî bê
îstîqameta xwe neguhert. Em ne siyaseta siyasetê, em siyaseta felsefeya xwe,
îdeolojiya xwe didomînin.
Bi hêvîya hevdîtin.
Sînan Çîftyurek
Not: Qismê nivîsê yê dawî, bi gotina ”kurdiya min zeîf, ez
vegerim tirkî” bi tirkî ye min kir kurmancî. Destpêk kurmanciya wî ye, şaşiyên
rastnivîsê pir in, min rast nekir, wek xwe hîşt.
XXX
2013-12-10
Kekê Sînan, gelek sipas ji bo bersîva te û gotinên te yên
dostane. Helbet dibê meriv li gorî baweriya xwe siyasetê bike. Yê min tenê
fikrek bû. Hêvî dikim hûn xurt bibin. Bi destûra te, ez dixwazim çend gotinan
derbarê ziman da bibêjim. Bi qasî ez dizanim tu ji Swêregê yî û belkî jî tu
zaza bî. Bi îhtîmaleke mezin tu bi zazakî baş dizanî. Û kurmancî jî hinekî. Lê
dibê tu wek siyasetmedarekî kurd van herdu zaravan jî baş fêr bibî. Wek
siysetmedar û serokê partiyeke kurd dibê tu miheqeq kurdî(zazakî, kurmacî)fêr
bibî û bi kurdî bi gelê xwe ra têkeve diyalogê, nivîsîna kurdî fêr bibî. Di
rojên pêşda kurd ewê siyasetmedar û serokên bi kurdî nizanin qebûl nekin. Kurd
ewê siyaseta bi tirkî red bikin. Û ya rast jî ev e. Ji ber ku min wexta te girt
li qusûra min nenêre.
Şev baş û gelek silavên dostaniyê
Zinarê Xamo
Sînan Çîftyurek:
Zor spas. Dayika mın Zazaye bavê mın kurmanc. Kurmanciya mın başe lê Zazakiya
men qels buya. Bimine bê xweşiyıda!
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar