10 december 2022

Kurdên dilxwazên ereban pir in

Mixabin Fasê qezenc kir, 1-0 zora Portekîzê bir. Min nedixwest Fas, welatekî ereb qezenc bike.
Ez tu carî nabim dilxwaz û xêrxwazê dagirkerên welatê xwe û dost û merivên wan.
Fas welatekî ereb e, xizmê Esed û erebên Îraqê ye û dostê tirka ye. Serketina Fasê serketina ereban e, lema jî ereb û hemû serketina Fasê pîroz dikin.

Lê kurdên dilxwazên Fasê pir in. Ez bawer dikim yên wek min difikirin belkî ji sedî ne deh bin jî, ji sedî 90ê kurdan dilxwazên Fasê ne.

Kurdên ji dijminên xwe hez dikin pir in. Ma kurdên heyranê taximên tirk hindik in?

Ma kurdên dijminatiya Îsraîl û yahûdiyan dikin hindik in?
Di bûyerên wiha da meriv miletê xwe baştir nas dike. Miletekî xwedî şiûreke hewqasî zeîf nikane azad bibe. 
Ha meriv ji taximekî tirk hez kiriye, ha xwestiye Fas qezenc bike di nabêna tu ferq tune.  

Bi sedhezaran kurd dixwazin taximekî ereb qezenc bike, dilê wan bi taximekî ereb ra ye.

Çimkî şiûrî netewî tune ye, pir zeîf e. Gava şiûrî netewî zeîf be însan rehet dibe heyran û dilxwazê dijminê xwe, ya jî dost û dijminê xwe baş ji hev nagerîne. Ez ne heyranê Portekîzê me, min dixwest Fas qezenc neke. Fasê bi kê ra bilîsta minê bixwesta Fas qezenc neke.

Portekîzê xerab nelîst. Gelek şansê Portekîzê çê bû, lê qelebanê Fasê baş bû, mêrik giş xelas kirin. Parastina Fasê jî pir baş bû.

Êdî kêf kêfa ereban e. Ji kêfa ewê dîn bibin.
Di Facebookê û di Twîtterê da li ser vê meselê di nabêna min û çend kesan da minaqaşe çê bû. Fermo bixwînin: 


Bextyar Dildar: Xelkê Fasê xelkekî bêzirar in ew jî wek me zulimdîtî ne; berberî ne...

Zinarê Xamo: Berberî, merberî ferq nake, giş ereb in. Kî dibe bira bibe tu dewleta ereb xêra me naxwaze, giş jî dost û hevalên neyarê me ne.

Fasê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê çi kiriye, çi gotiye, çi piştgirî daye kurdan?

Hasan Çakmak: Ez jî ji bo xatirê Ronaldo piştgiriya Portekîzê dikim.

Zinarê Xamo: Birayê ezîz, wele ereb, faris, tirk bi îblîs ra jî bilîzin ez dixwazim îblîs bi ser keve. Ez tu carî serketina Tirkiyê, Îranê û dewleteke ereb naxwazim.

Şîraz Baran: min pişta fasê girt. bi a min ne ereb lê temsîldarên afrikayê ne li hember ewropa.

Zinarê Xamo: Ne coxrafya, welatekî, miltekî qezenc kir. Ya din çi ji te ra Afrîqa?
Ma qey Afrîqa li pişt me ye?
Xortê delal, wele ereb, faris, tirk bi îblîs ra jî bilîzin ez dixwazim îblîs bi ser keve. Ez tu carî serketina Tirkiyê, Îranê û dewleteke ereb naxwazim.

Şîraz Baran: axîr zeman e, herkes li gor berjewendiya xwe pozisyon digire. portekîz jî ne li pişta me ye. ji xwe lazim e kurd êdî dev ji parsekbûna piştgiriyê berdin. li hember kolonyalizma ewropa piştgiriya milletên koledar divê ne tiştekî xirab be. xwezî fasê tirkan jî têk bibira.

Zinarê Xamo: Xorto, çi berjewendiya te di dilxwaziya welatekî ereb da heye? Ereb kolonyalîstên herî mezin in. Ne xêra Ewrûpa û Amerîkayê bûya nuha ereb û tirkan koka me qelandibûn.
Bi sedhezaran kurd ji ber ereb,faris û tirkan reviyane,li Ewrûpayê sitirîne. Tu hîn jî neyartiya Ewrûpayê dikî.

Kerîm Koşar: Weke kêfa te nehatibe birêz ku Fas ê qezenç kiribe.

Zinarê Xamo: Na wele kêfa min qet nehat. Ji bo wek kurd ezê dilxwazê welatekî ereb bim?
Welatê min di bin dagirkeriya du welatên ereb da ye. Fas jî hevalê neyarên min e. Te qet dîtiye welatekî ereb, ya jî miletê ereb rojekê xêra me xwestibe?

Em ji ber ereb, tirk û farisan direvin Portekîzê.

LaWîn Kurdo: Ev sekeftina dîrokî Pîroz bit li Emazîxîyan


Zinarê Xamo: Wek kurdekî sebebê tu bi serketina welatekî ereb şa dibî çi ye?

Du welatên ereb welatê me dagir kirine. Tirkiyê, Îranê welatê me daigir kirine.

Zulma Tirkiye, Îraq, Sûriye, Îran li me dike ji jenosîdê ne kêmtir e.

Te hatanî nuha dîtiye welatekî ereb li dijî Tirkiyê, Îranê, Îraqê û Sûriyê tiştek gotibe, piştgirî dabe mme kurdan.

Te qet dîtiye ereban li welatekî ji bo piştgiriya me meşek kiribin, dagirkerên me protesto kiribin?

Xêra yekî bixwaze bira dostê te be, bira ew jî xêra te bixwaze. Meriv serketina hevalên neyarên xwe naxwaze.

Alî Fîkrî Işik: Her bijî berxwedana dîj "sömürge" ciya:))

Zinarê Xamo: Hêvî dikim tu heneka dikî, ji dil nabêjî.

Welatê me ne "somurgeya" Portekîzê ye, somurgeya ereba ye. Em ji ber ereb, tirk û farisan direvin Ewrûpayê. Em dixwazin Ewrûpa li dijî dagirkerên me rabin û piştgiriyê bidin me.

Lê gelek kurd hîn dost û dijminên xwe ji hev nagerînin.

 

LaWîn KurdoZinarê Xamo

ez xêra kê bixwazim! kî dostê me ye mamosta? Ehrîmenên bi rûyê firîşteyan dijmindarîya me dikin? Yên ku em kirine çar parçe! Yên ku çekên kîmyayî didin van hovên çar rexên me ji bo qirkirina me! ya ku tirk û ereb û faris dikin gelek dûr nîne ji ya van welatên dî lê dijmindariya van hovên çar rex bi aşkirayî ye. Cudahî ev e.

Ya ku tirk û ereb û faris dikin li ber çavên van ewropî û emrîkiya ne û bi çek û sîlehên wan e. ger mijar tirk û faris û ev erebên hevsinorên me be ez nefretan li av û hewaya wan dikim bi dilşadî ez ê xêra ehrîmenî bixwazim beram ber van hovan. Sebeba keyfxweşîya min jî ji bo serkeftina wan ev e ku ew emazîxî ne, ne ereb in. Ger ku ne wisa be ez poşman im ji vê dilşabûna xwe.

Zinarê XamoLaWîn Kurdo

Fasî, berberî êdî ereb in. Fas welatekî erebî ye, endamê Yekîtiya Ereban û Yekîtiya Welatên Îslam e.

Tu kanî dilnexwazekî Portekîzê be, ev heqê te ye. Ez jî ne heyarê Portekîzê me. Min dixwest Fas qezenc neke, raqibê Fasê kî ba jî ji min ne muhîm e.

Şîraz Baran: fas berberî ye, ji aliyê ereban dagir bûye. berberî yên asîmîle nebûne jî ji min û ji te bêtir nefret dikin ji ereban.

Zinarê Xamo: Xortê hêja, hinekî realîst be, realîteyê bibîne.

Ma taximê Fasê qezenc kir ya jî yê berberan?

Taximekî ereban qezenc kir.Ma dinya çi dibêje?

Xorto, Fas welatekî erebî ye û ev serketin jî ya ereba ye û ji bo wê bi milyonan ereb dilşa ne û zafera Fasê pîroz dikin.

Aso Zagrosî: Kek Zinar min çend beyannameyên gelê Amazîx li ser vê mijarê xwend. Gelê Amazîxê bi tundî li dijî Erebkirin û Erebnîşandana Afrîqa Bakur û Fasê ne... Wekî dizanî gelê Amazîxê dostê Kurd in!!!

Zinarê Xamo: Aso, birayê ezîz,

Fas welatekî ereban e, endamê Yekîtiya Ereban û Yekîtiya Welatên Îslam e.

Do li Dohayê ne taximê ”amazîxan” taximê Fasê, taximekî ereb qezenc kir. Tu çima viya vir da û wê da dibî?

Ji ber ku taximekî ereb zora Portekîzê bir li çarhawêlî dinyayê ereb rabûne ser nigan û zafera xwe pîroz kirin.

Berber jî wek me bindest in.

Lê min sebebê vê sempatiya kurdan a li hemberî berberan fêm nekir, gelo berber piştgiriya serxwebûna me dikin haya min jê tuneye?

Piştî serketinê fasî sujdeyî erdê bûn û hindik mabû nimêjê bikin. Çimkî misilman in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE