11 december 2022

Çend rêz ji bîranînên min -319-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1999-12-11

Wek min texmîn dikir tirkan belavoka civîna Helsînkiyê qebûl kir û Ecevît çû îmze kir.
Di civîna pressê da serokwezîr Bulent Ecevît dîtina dewletê ya resmî dubare kir, got meseleyeke me ya kurd tuneye, mesele ”paşdemayina herêmî, ekonomîk e. Dewletên der ev mesele wek nîfaqekê xistine nav me...” û gelek neqaratên din ên wek van derewên tirk tim dikin dubare kir.

Yanî mêrik di orta civînê da got li welatê me gelşeke kurdan a netewî tune ye, kurd ne mînorîtet in, tenê yên me di Peymana Lozanê da qebûl kirine hindikayî ne.

Çimkî Krîterên Kopenhagê hin mafên kulturî û millî dide hindikayiyan, mînorîtetan. Lema jî kurdan ne wek milet, ne jî wek mînorîtet, hindikayî qebûl dikin. Ji bo ku tu mafî nedin me, me bihelînin, bikin tirk.

Îcar ji bo ku tiştekî nedin kurdan dibêjin kurd ne hindikayî ne, ew jî wek me xwediyê her mafî ne.

Lê ya xerab wê rojê HADEPê jî digot kurd ne hindikayî ne, tiştekî wiha li kurdan heqaret e. Îcar çaxa kurd jî xwe wek hindikayî qebûl nekin wê gavê mafê wan tuneye ji Tirkiyê tiştekî bixwazin.

Êrîşên dewletê yên li hember ziman û muzîka kurdî berdewam in. Wa ye dîsa li Diyarbekrê ji bo ku di şahiyeke sinetê da bi kurdî sitaran gotine koma muzîkê hemû girtine bin çavan. Dûra jî derxistine mahkimê. Mahkimê pênc kesên komê ji bo ku ji derve mahkime bibin berdane, lê Askerî Bal tewqîf kirine.

Tirkiyeya do bû berendama Yekîtiya Ewrûpayê di eynî rojê da ji bo ku sitranên kurdî gotiye kurdek tewqîf kir.

XXX
2000-12-11

Dara, xortê delal!

Min nameya te girt, gelek sipas û mala te ava be.

Te ji min hin rismên ”gîfên” Kurdistanê xwestine. Bi rastî her çuqas malpera min heye jî lê ez bi xwe ji vê meselê fêm nakim. Ev malper jî hevalekî ji min ra çêkiriye. Ez va ye navnîşana malpera hevalekî(web kurd) ji te ra dişînim tu dikanî ji wir ji xwe ra kopiye bikî. Min destûr jê girtiye

Ya din jî, ma herf û kalaviya we ya kurdî hene?
Dema hûn bixwazin bi kurdî binivîsînin dibê çend herfên we yên kurdî (wek î,û,ê) yanî yên modîvekirî hebin.

Ma hûn dikanin wan bi dest xin ya jî bi xwe çê bikin?

Heger alîkarî lazim be li vir hin heval hene dikanin alîkariya we bikin. Ez bawer dikim Evdirehman Onen jî dikane alîkariya te bike.

Zinarê Xamo

 

XXX
2000-12-11

Birayê Mahmûd Semen,

Min ev nameya jêrîn ji malpera ”Qiziltepe Îlçesî” ra çend caran şand lê neçû, e-posta wan naxebite. Min îşev li palpera te jî nêrî. Di ya te da ala tirk tuneye, ev tiştekî baş e.

Lê rexneyên min yên di warê tirkî da ji bo malpera te jî dibihure. Yanî ez ji te ra jî dibêjim, ji bo çi tu malpera xwe bi zimanê dayika xwe ya şîrîn çênakî ?
Helbet ez texmîn dikim tu kurd î.

Ya din jî ez nizanim, gelo xebera te ji malperên kurdan yê derve heye ya tuneye?

Lema jî ez lînkên çend heban ji te ra dişînim him, tuyê lê meze bik, him jî wek xet(lînk) bi malpera xwe ve girê bidî.

Bi silavên dostaniyê û di karê xwe da serkeftî be

Zinarê Xamo

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE