11 december 2022

Sir û seqema Swêd dest pê kir

Sir û seqema Swêd dest pê kir lê ez guh nadimê, meşa xwe ya rojane betal nakim.
Bîstek berê çûm 69 deqîqeyan gerîyam û hatim. Xanim bi min ra nehat, çû dikanê alvêrê.
Nuha di mitpaxê da ketiye hinge-dinga şîvê, dike ji xortên xwe ra patîla çêke. Patîlên wê jî ewê bi goşt û bêgoşt be. Xoretekî me vejeteryan e.

Bi xêra wî em jî bûne nîvvejeteryan. Jixwe ji berê da ye ez ne yekî zêde goştxur im, ez ji goştê biraştî hez dikim, goştê bi rûn mahdê min nagire.

Îro 9 derece di binê sifirê da sar e, çûk li hewa diqefilin. Di gerê da tu çûk-mûk bi ber çavên min neketin. Du sê pîrên kûçikên xwe li dor malên xwe digerandin li derve hebûn, wekî din min kes nedît.
Ez bi xwe qet fuh nadim sermê-mermê, çiqas sar be jî ez diherim meşa xwe dikim.

XXX
Merivên dinyanedî serketineke xwe pir mezin dike, wek ku dinya feth kiribe. Dema meriv di karekî xwe da bi ser dikeve, di micadeleyekê da qezenc dike bêguman meriv kêfxweş dibe.

Lê dibê meriv xwe fahş neke. Cahil xwe fahş dikin.

Fasiyan piştî serketina li hemberî Portekîzê bi duakirinê û secdebûnê erdê xwe fahş kirin. Hindik mabû sujdeyên xwe raxistana û nimêj bikirana.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE