11 december 2022

Mirinê îro Munzur Çem jî ji me sitend !

 

Çi heyf nivîskar, lêkolîner, kurdperwerê dildarê milet û welatê xwe Munzur Çem(Huesyîn Beysulen)îro wefat kir. Bi bihîstina vê xebera reş ez pir xemgîn bûm.

Muzûr Çem kurdekî zana, bi xîret û xebatkarekî doza kurd û Kurdistanê bû. Ji bo miletê kurd gelek xebatên hêja kirin, gelek berhemên hêja li pey xwe ji miletê xwe ra hîtin.

Dibêjin ev demeke nexweş bûye. Min nebihîstibû. Min bihîstibûya miheqeq ezê biçûyama ser.
Min gelkî jê hez dikir.

Merivekî zana, xebatkar û hêja ji me kêm bû. Her roj yek du kes ji me kêm dibin, diçin gerdûneke din. Mirinê zû dereng ewê li deriyê me gişan xîne, xelasiya ji mirinê tune ye. Lê dîsa jî meriv bi mirina kesên wek Muzur Çem xemgîn dibe. Felekê nehîşt hinekî din bijî, hin xebatên din ji miletê xwe ra bihêle.

Gorra wî behişt be, Xwedê sebrê bide malbata wî. Ewê tim di dilê me da bijî.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE