12 december 2022

Ji dêlî bîranînê

Dost û hevalên ezîz, siba we bi xêr, roja we silamet û mişt xweşî be.

Îro bîranîn tune, min tiştek nenivîsî ye. Ji dêlî wê ezê bi çend peyvên xweş, manîdar dest bi rojê bikim.
Peyvên xweş him kêfa meriv tînin, him jî meriv ji wan dersê û aqil digire.

-Hin însan ji me ra diyarî ne, hin jî ders in.
-Yên ji kendalan hez bikin dibê baskên wan hebin.
-Hewcedariya rastiyan bi sondê tune ye.

-Em di kîjan umrî da jî bimrin gotinên me yên nîvçemayî hene.

-Tu carî dev jê bernedin, yên wenda kirine yên dev jê berdane.
-Tiştê xem û xeyalên te rast digerîne, te dibe zaferê, cesaretê te ye.
-Keştiya hedefa wê tunebe tu ba jê ra nabe alîkar.
-Wexta şevê ya herî tarîtir berî berbangê ye.
-Heger jiyana we ketiye ser riyeke xerab, ji bîr nekin yê li ser dîreksîyonê hûn in.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE