12 december 2022

Robotê kurmancî ji destê nezanan xelas bike

Botan Înternatîonalê ji zimanê kurdî ra karekî pir hêja, pir baş kiriye, roboteka kanibe bixwîne û binivîsîne çêkirîye.

Robot ewê bikanibe rojnemavaniyê bike. Yanî ewê wek însanekî xeberan binivîsîne. Robota rojnamevan ewê îsal ji pê ra dest bi karê xwe bike.

Robot bi 109 zimanan zane, kane bi hezaran nûçeyan bixwîne û bike kurdî. Kane nivîsan kin û rast bike û bişîne ji edîtorên xwe ra.

Ji bo vî karê hêja e Botan Înternatîonalê pîroz dikim, karekî muhteşem kiriye. Belkî bi xêra vê xanima robot kurmancî ji nezanan xelas bibe, xweşik û rast were nivîsîn.

Hin kesan bi navê rojnamevanan kurmancî pir dejenere kirine, kirine gêrmiya gavanan, kirine zimanekî jê nayêfêmkirin.

Belkî robot xanim kurdî ji vê dejenerasyonê xelas bike. Ez bawer dikim robot ewê ji gelek rojnamevanên Rûdawê rasttir û baştir binivîse.

Lê bûguman yên kurmancî perîşan kirine ne Rûdaw tenê ye, yên wek rojnamevanên Rûdawê pir in. Ya li gorî sentaksa tirkî ya jî ya erebî dinivîsin. Meriv bi erebî, tirkî nizanibe ji zimanê xeberan(nûçeyan) tiştekî fêm nake.

Ez ji nuha da Botan Înternatîonalê û robot xanimê pîroz dikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE