12 december 2022

Amerîkiyan dîsa çend çeteyên Tirkiyê kuştine

Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro destê sibê li Kurdistana Rojava du berpirsên Daîşê di operasyonekê da kuştine. Ev bû cara çara hêzên Amerîkayê çeteyên Daîşê di nav lepên Tirkiyê da dikujin. Lê tiştekî bi Tirkiyê nakin, nabêjin çima hûn van qatilan vedişêrin?

Berdevkê CENTCOMê John Bucino negotiye li ku û çawa kuştine. Lê wek serokên Daîşê yên berê kuştin, miheqeq ev herdu jî di hêmêza Tirkiyê da kuştine.

Tirkiye hêlîna Daîşê û hemû çeteyên îslamî ye, bêyî Tirkiyê Daîş nikane li tu welatekî din bisitire. Tirkiye ji wan ji berra kurdan bidin xwedî dike, ew çete û gorrîlên Tirkiyê ne.

XXX

Li Îranê meleyên zalim û xwîxwar rojê çend kurdan bi darda dikin. Dest bi girtina xelkê kirine. Dixwazin bi hovîtiya xwe xelkê serkut û çavtirsiyayî bikin.

Ji destpêka serîhildanê û virda kes baş nizane çiqas însan kuştine. Li gorî xeberên medyayê zêdeyî 500 kesî kuştine, bi darda kirine. Piranî kurd in. Wek kurd meriv dikeve deprasyonê.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE