13 december 2022

Çend rêz ji bîranînên min -320-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-12-13

Min vê sibê di tekst TVa swêdî da ev xebera jêr xwend:
”Li Stockholmê li Gamla Stanê li Qulûba Stampen du kesên ji PKKê êrîşî çend kesên din kirin. Şerê wan gelkî ajot. Serê hinekan şikiya.

Dema pûlis çûn ciyê bûyerê herdu kesên PKKê reviyan, pûlisan berra ser pişta wan dan. Berê yek girtin, kêr pê ra bû.

Lê yê din reviya û gulle berra pûlisan da. Di dawiyê da pûlisan ew bi şeşderba/debançaya wî va girtin.”

Bûyer do bi şev bûye. Min ji hevalekî pirsî. Wî jî baş nizanîbû, got dibêjin êrîşkar yekî farqînî ye û merivekî kirîmînel e. Yên din jî hevalên KUKê ne. Navên wan nizanîbû.

Di xeberê da dibêje pûlis bûyer dewrî Ekîba Olof Palme kir.
Olof Palme, serokwezîrê Swêd bû, îsal di 28ê sibatê da li Stockholmê bi şev dema ji sînemayê derket ew û xanima xwe diçûn mal hat kuştin. Pûlis ji bo girtina qatilê Palme ekîbek çêkiriye. Ev bûyer jî dewrî wê ekîbê kirine.

Bûyerên wiha navê kurdan lekedar dike, îmaja kurdan xera dike. Ji xwe berê medya li dijî kurda ye, bûyerên wiha xerabtir dike.

 

XXX
2000-12-13

Birêz Mahmûd Semen!

Ji bo bersîva te ya kin gelkî spas. Lê te bi yek gotinê û bi tirkî gotiye ”teşekkürler” !
Ji dêlî ”teşekküra” tirkî, te dikanîbû bi kurdî bigota sipas, mala te ava ya jî Xwedê ji te razî be.
Gelo tu nizanî bi kurdî bibêjî sipas ya jî te ji qestî gotiye ”teşekkürler” ?

Birayê Mahmûd, bi baweriya min divê meriv hinekî centilmen û medenî be. Dema yekî ji meriv ra nameyek şand, heger meriv ne bi fikrê wî ra be jî divê meriv bi hawakî medenî dîsa bersîva wî bidê.
Ji bio ku li ser meseleyekê em bi hev ra bipeyivin ne şert e em wek hev bifikirin. Ma ne wisa ye?
Ez li bende bersîva te me.

Bimîne di xêr û xweşiyê da

Zinarê Xamo

XXX
2007-12-12

Yaşar Abduselamoglu ji min ra nivîsek şandibû, min hinekî xwend, lê min tu bersîv nedayê. Min got belkî ji bo ku ez bixwînim ji min raşandiye. Lê tu nabêjî min bi şaşî bersîvek vala jê ra şandiye. Ji min gazin kiriye, gotiye:

”Keke Zinar, te bersiva vala ji min re şandiye, ev diyardeya çi ye; kefa te ji blogê nehatiye, an tu naxwazê jê bê agahdar kirin? Min got dibe ku kêfa te jê bê, xuyaye ne bi dilê te ye...
Neyse, te bigota çima, ne xerab bû, lê disa jî tu dizanî..
 Ji min silav û rêz
 Yaşar”

Bersîva min:

Merheba rohniya çavan!
Bira min efû bike, min bi xwe bi zanetî tu bersîvek nedaye te. Heger bersîveke vala hatibe bi çewtî û ji ber nezaniya min bûye. Min got belkî te wek agahdarî ji gelek hevalan ra şandiye. Loma jî min tu bersîv neda. Min tenê vekir û hinek jê xwend, lê ne hemû nivîs. Min xist nava faworîtên xwe.
Malneket, ez çawa bersîveke vala ji te ra dişînim?
Ma min hiş berda ye?
Tiştekî wiha çawa dikane were bîra te?
Tiştên wiha divê tu bidî nezaniya min, temenê min. Ez merivekî hewqas ne bê wefa me.
Di vê demê da ez naxwazim tu kurd û bi taybetî jî hevalekî wek te bê deng bimîne. Li hember êrîşên van bêbavên tirkaan divê em jî li gor hêz û taqeta xwe dest bibin xwe û bê deng nemînin. Bê guman te tiştekî gelkî baş kiriye, qenekê tu yê bi zimanê ku ew jê fêm dikin têr dilê xwe li wan rehet bikî. Bi baweriya min ev yek îro hewce ye, divê heqaret û qeşmeriyên wan ji wan ra nemîne.
Ji bo çend seetan be jî, ji bo ku min serê te li hev xistiye û  hin hest û fikrên tevlihev li ba te peyda kiriye min efû bike. Însanên kal jî yek carnan wek zarokan dibin problem, divê meriv li hember wan hinekî bînfireh be.
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xamo 

XXX
2021-12-12

Mehmet Bilen nivîsa Rawên Stêrk a li ser întîxara Evîn xanimê, (Fatma Demirel) ji min ra şandiye û gotiye ” qatilê Evînê di nava me da digere. Min ev bersîv dayê.

Min xwend. Min jî wer texmîn dikir. Di nivîsa xwe da min ev yek gotiye, min gotiye. Haya min ji têkiliya Mihemed Ronahî û Evînê tunebû.
Tarîx nayê bîra min, belkî 2-3 meh berê bû, şevekê Mihemed li ser Evînê nivîseke pir xerab belav kir.
Evînê bersîv dayê û ji hev ra gotinên pir ne xweş kirin.
Mihemed wek her tim agresîv bû. Piştî saetekê ya jî du saetan Mihemed nivîs rakir û roja din rismekî xwe û Evînê, destên xwe di hustuyê hev ra biribûn belav kir.
Him jî bi şiîreke Evînê.
Cara pêşî bi riya vê nivîsê ez bi vê têkiliya Mihemed hesiyam, min ne ev têkiliya wî zanîbû, ne jî ev aliyê wî yê xerab.
Bi qasî min zanîbû zewicî ye û çend zarokên wî jî hene.
Lê bi vê têkiliya wî ez matmayî mam.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE