13 december 2022

Dilê min şampîyoniya Fransayê dixwaze

 

Arjantîn û Xirwatîstan îro saet 20.00a da di maça nîvfînalê da tên hemberî hev. Fransa û Fas jî sibe cara duduya (14/12) tên hemberî hev.

Fînal jî di 18ê mehê da ye. Di 18ê mehê da ji van her çar taximan yekê kûpa îsal hilde, bibe şampiyonê dinyayê.

Ji ber ku Fas maye nîvfînalê ereb pir kêf dikin, dikin bifirin, tu dibêjî belkî dinya feth kirine, ji bo mirovahiyê keşfek, îcadek pir mezin kirine.

Merivên dinyanedî serketineke xwe pir mezin dike, wek ku dinya feth kiribe. Dema meriv di futbolê da qezenc dike bêguman meriv kêfxweş dibe. Lê dibê meriv xwe zêde fahş neke.

Lîstikvanên Fasê piştî serketina li hemberî Portekîzê li stadyûmê secdeyî erdê bûn. Hindik mabû sujdeyên xwe raxistana û nimêj bikirana.

Futbol sporeke, lîstikeke, ne herb e. Du taxim, ji her taximekî 11 kes tên heberî hev, yek qezenc dike, yek jî têk diçe. Yanî ne tiştekî pir ecêb Fas hatiye nîvfînalê. Belkî maça fînalê jî bilîze û bibe şampîyon jî. Bi baweriya min ev îhtîmal xurt e.



Êdî weka berê fûtbolê ewrûpî tenê xweş nalîzin, li her dera dinyayê, li Afrîkayê, li Asyayê jî futbol pir bi pêş ketiye, her welat bi qasî ewrûpiyan xweş dilîzin û gelek caran zora taximên ewrûpî jî dibin. Japonyayê Almanya bir, Erebîstana Suûdî Arjantîn bir, Fasê Belçka bir.

Yanî êdî di nabêna taximên Asya, Afrîka û Ewrûpayê da tu ferq nemaye, giş bi qasî hev xweş dilîzin.

Lema futbola afrîkiyan, ya Suûdî û Fasê ji ya ewrûpiyan ne kêmtir e, Fas jî bi qasî Fransayê, Îngilistanê, Almanyayê û her weletekî din xweş dilîze. Jixwe ji bo wê jî Fas hatiye hetanî vira.

Piştî min li çend maçên destpêkê temaşe kir, min got îsal ewê kûpayê ya welatekî ereb bigire, ya jî welatekî Afrîka. Di çavên min da Fas, Tunis, Suûdî, Gana, Senegal namzedê kûpayê bûn û min ev yek nivîsî. Min bi îhtîmaleke mezin kûpa 2022a ne ya Ewrûpayê ye. Min şans neda Berezîlyayê jî.

Bi got texmîna min şansê ewrûpiyan û Berezîlyayê îsal tune ye, ya weletekî Afrîka ya jî welatekî ereb ewê bi şampîyon be.

Ez hîn jî di wê baweriyê da me, bi texmîna min îhtîmala Fas fînalê bilîze û kûpayê bigre heye.

Bi baweriya min Fas ji Arjantîn û Xirwatîstanê jî, ji Fransayê jî xurttir e. Parastina Fasê muhteşem e, golavêtina ji Fasê da pir û pir zor e.

Ji xwe Fasê berê berra Fransayê, Belçîkayê,Îspanyayê, Kanadayê, Portekîzî daye. Tunis jî xurt bû, lê ne bi qasî Fasê.

Ez naxwazim Fas bimîne fînalê û kûpayê bigire. Min berê jî got, min dixwest Îran û welatên ereb qezenc nekin, lê welatên din kî qezenc bike ji bo min qet ne muhîm e.

Nuha jî ez wer difikirim, ez siyasî li meselê dinêrim. Ji bo wê jî ez dixwazim Fransa careke din jî Kûpa FÎFAyê ya Dinyayê qezenc bike.

Sebebê dilê min ji Fransayê ra dixwaze, Fransayê berê ne, lê di van 40-50 salên dawî da tim dostiya kurdan kiriye, fransî di rojên deng da tim çûne hawara kurdan, şêla Fransayê li başûr û rojava îro jî pir baş e, tim şûrê kurdan dikşîne, piştgiriya kurdan dike.

Lema jî ez dixwazim Fransa û Arjantîn fînalê bilîzin. Ji xwe fînala çar sal berê dîsa Fransa û Xiwatîstanê lîstin, Fransayê 4-2 Xirwatîstan bir. Bira îsal jî Arjantînê bibe.

Lê ji bo min ya muhîm Fas qezenc neke, dilê min bi Fransayê ra ye, lê qezenc neke jî ji bo min ne muhîm e, ya muhîm Fas nebe şampîyon.

Lê wek min got, Fas ji hersê taximên din jî xurttir e û îhtîmala ew kûpayê bibe Rabatê heye, mezin e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE