20 november 2022

Balafirên Tirkiyê dîsa bombe bi ser serên kurdan da barandine

Balafirên Tirkiyê do bi şev ji Kobanê bigre heta bi Silêmaniyê û Qndîlê gelek derên Kurdistana Rojava û Kurdistana Başûr bombebaran kirine. Di êrîşê herî kêm 30 kes hatine kuştin. 15 jê kesên siwîl in. Di nav kuştiyan da leşkerên Sûriyê jî hene.

Rejîma Tirkiyê ya faşîst har bûye, dixwaze Kurdistana Rojava û Başûr  ji kurdan paqij bike, vî çelê zivistanê bi milyonan kurdî ji welatê wan, ji gund û bajarên derxîne. Tiştên anîn serê êrmeniyan bînin serê kurdan jî.

Wer xuya dike serokê Tirkiyê Erdogan ji Pûtîn û ji Amerîkayê destûra qetlîam û tehcîra miletê kurd girtiye.

Heger Rûsyayê saha hewa ji balafirên Tirkiyê ra venekira, nikanîbûn kobanê bombebaran bikin. 

Haya Amerîkayê jî gîhandine êrîşa xwe. Lema du roj berê konsulê Amerîka yê Hewlêrê got Tirkiye di demek nêz da ewê êrîşî Kurdistana Rojava û Kurdistana Başûr bike.

Tiştê Tirkiye dike faşîzim e, barbarî ye, ji ber ku ji me nefret dikin êrîşî me dikin, me dikujin, mej i welatê me koçber dikin. Dibê dinya, Neteweyên Yekbûyê li vê jenosîda Tirkiyê temaşe neke.

XXX

Amerîkayê gotiye Tirkiye dike êrîşê bibe ser kurdistana Rojava û Kurdistana Başûr

Konsulê Amerîka yê li Hewlêrê gotiye îhtîmal heye di rojên pêş da Tirkiye êrîşê bibe ser Kurdistana Rojava û Kurdistana Başûr. Tew ne rojava temê, başûr jî.

Ev beyana konsulê Amerîkayê pir muhîm e, dibê berpirsiyarên Kurdistana Federe û yên Kurdistana Rojava bêdeng nemînin, bi Îraqê û Amerîkayê ra têkevin têkiliyê û tedbîrên cidî bigrin.

Ewê bixwazin Şengalê, Mûsilê dagir bikin. Heger bikanibin.

Lema jî konsul xwestiye hemwelatiyên Amerîkayê neçin bajarên ser sînor.

Bi baweriya min ev îdîa konsulê Amerîkayê ne badilhewa ye, Tirkiye ji zûda ye haziriya êrîşeke pir mezin û berfireh dike.

Teqîna Stenbolê ya li Taksîmê ji bo ku ji êrîşa xwe ra bikin sebeb dan kirin.

Berpirsiyarên Tirkiyê bizanibin Amerîka ewê kurdan neparêze ewê êrîş bikin, ez viya ji zûda ye dubare dikim.

Heger Amerîkayê destûr nedabe jî ewê biceribînin, refleksa Amerîkayê fêr bibin.

Lê îhtîmala Amerîka destûrê bide êrîşê jî heye, ezeîf be jî ev îhtîmal heye.

2022-11-18

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE