20 november 2022

Çend rêz ji bîranînên min -298-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn

XXX
1985-11-20

Li nexweşxaneya Karolînska merasima cenazeyê Semîr(Çetîn Gungor) hat çêkirin. Li ser cenaze berê li ser navê Federasyonê Sidîq Bozarslan peyivî.
Got: "Semîr ji alî PKKê va hat kuştin û ev ne qetla wan a nuh e. Hevalê Pêşengê Mistefa Tanguner li Danîmarkayê kuştin. Wek Federasyon em van herdu cînayetên PKKê mahkûm dikin."

Dûra Seher peyivî. Piştî Seherê Bakî Karer peyivî. Bakî di axaftina xwe da qala xerabiyên PKKê kir, got emê micadela xwe bidomînin, kuştinên wiha ewê me netirsîne. PKK hêzeke pir xerab e, dibê ji ortê rabe. PKK li dijî şoreşa Kurdistanê asteng e. PKK di rojên pêş da ewê kuştinên wiha bidomîne, ewê him ji me, him jî ji hêzên din însanan bikujin.

Seherê xwe hazir kiribû, zanîbû çi dibêje. Axaftina wê ji ya Bakî baştir bû. Wê jî qala xerabî û cînayetên PKKê kir, got PKK hêzeke pir talûke ye, kuştina mixalifên xwe ji xwe ra kiriye kar. Bi kuşûtinên wiha ewê dev xebat û micadela xwe bernedin.

Çend hêzên kurd bi rojnamevanan ra civînek çêkirin. Dibêjin Bakî Karer jî çûye civînê. Min nebihîstibû, lema ez neçûmê.

XXX
1986-11-20

Ma Armanc teslîmî çapxanê kir. Dûra em çûn mala Nîmet Aydin, me civîna redaksîyona Armancê li wir çêkir. Di civînê d amin got, dibê em bêtir cî bidin xeberên aktuel. Dibê em bûyerên îro diqewimin îhmal nekin, qala wan bikin. Ji bo tarîxê ev gelkî muhîm e. Ez nabêjim em cî nedin wergeran û nivîsên li ser tarîxê. Em cî bidin wan jî, lê esas îro li welatê me û li cîhanê gelek tişt dibin, dibê em li ser wan binivîsin.

XXX
1988-11-20

Civîna redaksiyona kovara Tevgerê li komela me çê bû.
Yalçin Kuçuk hatiye Swêd, îro civîna wî hebû. Ez neçûm civînê, ez li komelê li ser nivîsên Armancê xebitîm.
Yalçin Kuçuk di nav kurdan da pir populer e, ez bawer dikim ewê gelek kes herin lê gudarî bikin, bixwazin rismekî pê ra bigrin.

XXX
1992-11-20

Heyeta hukûmeta Kurdistanê vê êvarê li Stockholmê li Asogymnasiumê civînek pir mezin çê kir. Salon hetanî ber dev tije bû. Ez dibêjim belkî hezar kes hebû. Cewer Namiq û nûnerê YNKê peyivîn, qala rewşa Kurdistanê kirin. Piştî axaftinên hin kesan hin pirs kirin, wan jî bi zimanekî maqûl bersîvên xelkê dan.
Hin merivên PKKê bi pirsên xwe xwestin teşxelê derxînin, lê Cewer Namiq û hevalê YNKê ew pîs kirin, bersîvên pir xweş dan wan. Milet ji herduyan jî pir razî ma.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE