Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn
XXX
1988-11-21
Di şeva Medya Guneşî da di nav me û hevalên PDKê da dilmayin çêbû, çend kesên wan û hevalên KUKê şev terikandin, rabûn çûn.
Di şevê da me di slaytê da rismê gelek serokên kurd nîşan da, yê Mele Mistefa Barzanî nîşan neda. Hevalekî KUKê xwe pir aciz kir, bi çend kesên din ra rabû çû.
Min îro telefonî Kemalê PDKê kir. Kemal berdevkê PDKê yê Stockholmê ye.
Ez pê ra hinekî peyivîm. Min xwest em hedbu
bibînin û li ser vê meselê bipeyivin.
Yanî fena bibêje ne hewceye tu bi min ra bipeyive, me giliye we li ba PDKê kiriye.Me di şeva kovara Medya Guneşî da di dîabîldê da rismê gelek serokên kurd nîşan dan lê rismê Mele Mistefa Barzanî nîşan neda. Hevalên PDKê ji vê yekê pir aciz bûne. Wa ye nexwest bi min ra bipeyive. Ne xwe nabêna min û wî pir baş e.
Medya Guneşî di meha nîsanê da li Stenbolê dest bi weşanê kir. Çed hevalên me li Stenbolê derdixin, bi tirkî-kurdî ye. Em dixwazin di warê madî da alîariya wan bikin.
XXX
1996-11-21
Medyaya Swêd dibêje Yaşar Kemal hatiye Swêd, dixwaze li vir bimîne. Ne Yaşar
Kemal, ne jî swêdî nabêjin îltîca kiriye y ana.
Di vî warî da tu kesî bersîveke
zelal nedaye. Dibêjin li Tirkiyê rehetî nedidanê, nedihîştin rehet bijî û
binivîsîne. Lema jî hatiye Swêd ji bo ku romana li ser dixebite biqedîne.
Fexrî Olçer telefonî min kir, got ji bo kitêba te ez bi
hevalên xwe ra peyivîme, gotine emê çap bikin.
Weşanxana wan DENG e.
Min got ewê kînga çap bikin?
Got li gorî ji min ra gotine di nav salekê da ewê çap bikin.
Min got, ezê hinekî bifikirim, dûra telefonî te bikim. Ezê bidim wan. Îmkan
hebûya min dixwest li Tirkiyê bidim çapbikim, qenekê ewê pirtir bigihîşta destê
kurdan. Lê wer xuya dike li Tirkiyê kes çap nake.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar