21 november 2022

Ji nêza gurrî bûne bela xwe di me didin

Her cara tirk topê davêjin, rût û repal dibin, bi parsê dikevin, ji nêza gurrî dibin, bi milyonan bêkar, birçî dimînin bela xwe di me kurdan didin, wek gurên har êrîşî me dikin.

Di sala 1960î da bi hev ketin êrîşî kurdan kirin, di cûnta leşkerî ya1970î da eynî tişt kirin, di sala 1980î da eynî tişt kirin.

Nuha jî eynî tiştî dikin. Dîsa ji birçîna rûviyên wan bi hev zeliqîne, ji nêza gurrî bûne xwe di dîwaran didin. Dewlet bûye rêbir, çetecîtiyê dike. Milet  bêkar e, birçî yê, ji bo ku bala tirkên birçî, bêkar bidin aliyekî din êrîşî kurdên binxetê dikin. Bi bêbextî hin derewan li hev tînin.

Bi kuştina kurdan, bi bombebarankirina gund û bajarên kurdan hûnê ji vê perîşaniyê, ji bêkariyê, ji birçîna xelas nebin.

Hûn bûne bela û mafîya Ewrûpayê, her kes hevza xwe ji we dike, ji dêlî hûn xwe biguherînin, demokrasiyê qebûl bikin, rewşa miletê xwe baş bikin, hûn êrîşî kurdên mezlûm dikin, herr oj çend kurdan dikujin.

Kuştina kurdan ewê we ji vî halê perîşan, birçî xelas neke. Hûn nikanin kurdan bi kuştinê biqedînin.

Werin hişên xwe bidin serên xwe dev ji vê barbariya xwe berdin, mafê kurdan qebûl bikin. Bi vê îdeoljiya irqaçî, faşîst hûn ruyê rehetiyê, azadiyê, demokrasiyê nabînin.

XXX

Ahmed Davutoglu jî, Meral Akşenerê jî, Dogu Perîçek jî piştgirî dane êrîşa Tirkiyê û dagirkerina Kurdistana Rojava.

Xwedêgiravî li dijî Erdogan in. Bavên hev jî kuştibin li hemberî kurdan tim wek bira dest didin hev, bi hev ra şerê kurdan dikin.

Ji partiyên çep jî hîn tu deng tune.

Ez bawer nakim bêyî HDPê tu partiyek tirkan li dijî êrîşên Tirkiyê derkeve. Giş neyarên miletê kurd in, dixwazin kurd tim bindest bin.

 XXX

Tirkiye ne bes e Îranê jî bi sîlehên giran êrîş biriye ser Mahabadê. Ji bo ku em kurd in du dewletên zebelih, faşîst li me hatine hev, wek gurên har ên devbixwîn êrîşî gund û bajarên me dikin, xelkê siwîl dikujin. Dinya li vê barbariya van faşîstan temaşe dike.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE