21 november 2022

Me dengê xwe li dijî terora Tirkiyê bilind kir


Îro li ber meclîsa Swêd li dijî êrîşên Tirkiyê ser Kurdistana Rojava û teslîmiyeta Swêd a li hemberî Tirkiyê protestoyek hebû. Ez jî beşdar bûm.
Tirkiye dixwaze Swêd çend kurdan û çend rojnamevan û nivîskarên tirk teslîmî Tirkiyê bikin.

Hukûmet Swêd jî çiva dide xwe, eşkere nabêja na, em merivên siyasî teslîm nakin. Di bin ra bi Tirkiyê ra dixebitin. Di protestoyê da ev durûtî û teslîmiyeta hukûmeta Swêd hat rexnekirin.

Protesto ji alî Kurdo Baksî û Amîna Kakabaveh va hatibû organîzekirin. Protestoyê saet di 18.00a da dest pê kir, di 19.00a da qediye.

Min jî halê xwe kir hal û çûm protestoyê. Ji şansê min û wan ra îro rojeke pir xerab bû. Li Stockholmê nîv mîtro berf ketiye û 2 derece germ e, berf dihele. Taxa me, nava Stockholmê bûbû avzêm, ji bo meriv bimeşiya dibê dîzme di nigê meriv da bû.

Ne li herêma me, ne jî li nava bajêr rê, kuçe û kolan ji berfê paqij nekiribûn, meriv nikanîbû gava xwe bavêta.

Hewqas sal in ez li Swêd im min tu carî kaosek wiha nedîtiye.

Ne ez tenê, berpirsiyar jî dibêjin kaos e, heger hûn pir ne mecbûr bin ji malên xwe dernekevin. 

Xwedê kir metro dixebitî, otoboz giş dabûn sekininandin, ya jî di wexta xwe da nedihatin.

Bi halekî xerab ez çûm û hatim. Ji ber hewa xerab zêde kes nehatibû. Li dora 30 kesî hebû. Çimkî trafîk problem bû, gelek kes newêrîbûn ji mala xwe derkevin, rê pir talûke bûn, gelek qeza bûbûn, otoboz jî nedixebitîn.

Mala Kurdo Baksî û Emîne xanimê ava be, herdu jî baş peyivîn. Xêra wan rojname û telewîzyon jî hatibûn û axaftinên herduyan jî qeyd kirin.

XXX
Tirkiye bi çeteyên xwe yên îslamî ji aliyê Sûriyê roketan davêjin aliyê Tirkiyê, ji bo ku bibêjin YPG davêje. Her kes zane ev karê Tirkiyê ye, hukûmet bi çeteyên xwe dide kirin. Serokê MÎTê gotibû heger nêta we dagirkirin be, bahane rehet e, emê roketekê bavêjin qereqolê, çend eskeran bikujin, mesele hel dibe, behane çê dibe.

Nuha Tirkiye bi vê tiyatroyê hincetên êrîşî çêdike. Teqîne Stenbolê ji bo wê dan çêkirin, lê bi ser neketin, sanarîst pir ecemî bû, teqîn bi kurdan ve nezeliqî. Nuha dixwazin bi van êrîşên derewîn vê hincetê çêkin.

Çi ye, çi ye, YPGê rakêt avêtine ji Qarqamîş da. Vir e, YPGê guleyek jî berra we nedaye. Hûn didin avêtin, bi emrê we çeteyên we davêjin. Ser û binê we giş derew e, bêbextî ye. Hûn bûne kûreya derewan. Dinya zane tiştê hûn dibêjin giş derew e, bêbextî ye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE