Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn
XXX
1987-11-22
Îro Federasyonê li taxa Akkalayê civînek çêkir. Civîn li ser gelşa zarokan,
xortan, jinan û koçberên kurd bû. Erê nav ev bû, lê milet ser her tiştî peyivî.
Kurd bêyî siyasetê nizanin li ser meseleyeke din xweşik bipeyivin.
Dîsa li ser mesela Federasyonê û rêxistinên kurd hat peyivîn; emê gelşên nava
Federasyonê çawa kêm bikin, Federasyonê çawa baştir bikin?
XXX
1996-11-22
Beşê bîranînên Refîq Hilmî yê min rast kiribû min îro da Zîya Avcî. Kibêbeke
pir hêja ye. Refîq Hilmî merivekî bi kultur û gelkî zana ye.
Pir baş bû Zîya
Avcî ew kiriye kurmancî. Kekê Zîya tiştên pir baş ji soranî werdigerîne. Kêfa
min jê ra tê.
Min ji Nedîm Dagdevîren û ji seroka
Federasyonê Aycan Şermîn Bozarslanê ra got, dibê meriv li ser navê Komeleya
Nivîskarên Kurd û Federasyonê here xêrhatinê bide Yaşar Kemal. Wek kurdên swêd
dibê here li bipirse, xêrhatinê bidê, lê xwedî derkeve.
Aycanê got, ev çend roj in em bi riya Mihemed Ûzûn lê digerin lê Mihemed Ûzûn
bersîvê nade me, em li bende bersîva wî ne. Em nizanin li ku ye, emê çawa
kanibin xwe bigihînin wî?
Min got, telefonî Bişar Tuysuz bikin, belkî ew bizanibe li ku dimîne.
Lê wer xuya dike Mihemed Ûzûn naxwaze nîşanî kurdan bide, dixwaze ji wî tenê ra
be. Lema jî ciyê wî ji kurdan ra nabêje, bi xwe jî nayne nava kurdan. Hêvî
dikim Aycan xwe bigihînê.
XXX
1999-11-22
Serfermandariya Tirkiyê di nav eskeran da nivîseke bi dizî
belav kiriye. Qey di nav hikûmetê da minaqeşeyeke dibê hêza eskran bête kêmkirin
heye.
Bi îhtîmaleke mezin Yekîtiya Ewrûpayê ev daxwaz ji wan kiriye. Yekîtiya
Ewrûpayê dixwaze di siyasetê da giraniya eskeran tune be.
Lema jî esker pirr aciz bûne, di wê nivîsê da gotine em tiştekî wiha qet qebûl
nakin, daxwaza lewxkirina Komîta Ewlekkariya Millî tahrîkkirina eskeran e.
Min nuha ji rojnameya Ozgur Polîtîkayê ra ji bo kovara zarokan xemîşokek(çîrokek) şand. Çend kurd bixwînin jî baş e. Bi tiştên wiha însan dihewisin kurmancî, fêrî xwendina kurmancî dibin.
XXX
2000-11-22
Birayê Mistefa Karahan, xortê delal!
Ji bo vê bersîva te ya manîdar gelek spas. Ez dizanim welatê
me di çi halî da ye û çi zilm û zoreke nedîtî li ser gelê me heye. Ez baş
dizanim hûn wek yekî tirk ne serbest û azad in, her gav her tişt dikane were
serê we. Vana hemû rast in.
Lê rastiyek din jî heye em kurd in û wek ferdên her
milietî dibê bi xebatên xwe zirarê nedin gelê xwe, yanî nebin alîkarê
asîmîlasyona gelê xwe.
Ez ji te û ji xwediyên malprên din bi qasî serê derziyê
jî tiştekî siyasî naxwazim. Ez tenê dibêjim heger tu yê bibêjî kîloya, goşt,
penêr ya jî mast bi hewqasî ye viya bi tirkî nebêje, bi kurdî bibêje.
Heger tu yê bajarê xwe, gundê xwe bidî naskirin, bi kurdî bike. Bi kurdî bike bira
feydeyek te jî bigihêje gelê te.
Hesab bike tu bi pîrika xwe ya jî bi xaltîka xwe ra dipeyivî û jê ra qala
Dêrika Çiyayê Mazî dikî.
Îcar çima tu yê viya bi tirkî bibêjî?
Ma ne şermeke mezin e tiştê tu dinivîsînî ewê yekî tirk jê fêm bike(esas tu
sebeb tuneye yekî tirk bixwîne jî)lê belê ewê pîrika te, meta te, xaltîka te,
kalikê te jê fêm neke, ewê nizanibe te li ser wan çi nivîsî ye?
Bi baweriya min ev yek komedî û trajediyeke pir mezin e. Dibê em hinekî li ser
bifikirin. Dema kurdekî zanîngeha bilind qedandibe û bibêje ez bi zimanê xwe
nizanim sosireteke pir mezin e. Dibê em li ser vê psîkolojiya xwe baş bifiirin,
gelo çima em wiha ne?
Ya din jî jixwe bi sedan, bi hezaran rojname, kovar, radyo û
telewîzyonên bi tirkî hene û bi ruh û can dixebitin ji bo ku vî miletî
bihelînin, bikin tirk.
Îcar çima em kurdên xwedêgiravî bîra hin tiştan dibin, emê rabin bi kirinên xwe
bibin aletê vê siyaseta nijadperet û hov?
Tu zanî meriv lîstikvanê kîjan taximî be golên meriv davêjin
hemû ji wî taximî ra tên hesêb. Meriv çuqasî baş bilîze jî feyde tim ji taxim
ra ye, yanî tim taxim dibe şampiyon, ne lîstikvan.
Te gotiye ez bi zimanê xwe baş nizanim. Ez bawer dikim qesta
te elîfba kurdî ye, yanî tu nizanî bi kurdî binivîsînî. Çimkî ez nikanim texmîn
bikim yekî Dêrikî bi kurdî nizanibe. Heger wiha be, ezê dîsa bibêjim, wey kevir
bibare!!!
Birayê delal, tiştê tu fêr bibî here were çar herf in, dibê
ev jî ne tiştekî pir giran û zahmet be. Berî her tiştî dibê hûn biryara xwe
bidin, emê ji kîjan zimanî ra xizmetê bikin?
Dibê hûn xwe fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bikin, mesele hewqas basît e.
Hema hûn bi kurdî binivîsînin, rastkirin li min. Çuqas malperên kurdan hene,
bira nivîsên xwe ji min ra bişînin, li vir bi alîkariya hin hevalên din emê ji
we ra rast bikin û bişînin. Lê ez bawer dikim dema meriv bixwaze li wir jî yên
kanibin alîkariyê bikin hene.
Mesela xwedî û berpirsiyarên malperan kanin li ser vê meselê bi hev ra
bipeyivin, civînan çêkin û li hin çareseriyan bigerin. Yanî dema meriv bixwaze
riyên fêrbûnê pir in.
Bi silavên biratiyê û bimîne di xweşiyê da
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar