22 november 2022

Qetilkirina kurdan bi dilê kurdên AKPê ye

Bi sedhezaraan kurd hevalên AKPê ne, gelek wezîr û parlamenterên AKPê kurd in.

Ev çend roj in balafirên Tirkiyê Kurdistana Rovava bombebaran dikin, li Kobanê, li Dêrika Hemko 11 kes kuştin, gelek kes birîndarên giran in. Îro jî Hesekê bombebaran kirine, li vir jî kuştî û birîndar hene.

Her roj Kurdistana Rojava topbaran dikin, çend kurdan dikujin, malên xelkê bi ser serên wan da huldiweşînin. Ji ber ku kurd in vê zulmê li kurdan dikin. Efrînê, Serê Kaniyê, Girê Sipî ji bo vê dagir kirin. Ji bo ku xelkê Kobanê kurd in dixwazin Kobanê jî dagir bikin.

Li hemberî hewqas zulm û teroreke mezin hetanî nuha kurdekî jî ji AKPê îstîfa nekiriye, kurdekî jî negotiye bes e, ez vê zulma hûn li kurdan qebûl nakim.

Di nava çend milyon kurdên ray dane AKPê û gelek parlamenter û wezîrên kurd da yek merivê bi xîret, bi heysîyet li dijî vê zulma Tirkiye li kurdan dike ranebû, ji AKPê îstîfa nekir.

Tirkiyê ev zulm li miletekî din bikira kurdên AKPê bêdeng nediman, ewê qiyamet rakirana. Lê ji ber ku zulmê li kurdan dikin dengê xwe nakin. Gava leşker û pûlisên Îsraîl serê erebekî dişkînin kurdên AKPê, kurdên HUDA-PARê qiyametê radikin. Lê dema Tikriye her roj xwîna kurdan diherikîne, jin, zarok, kal û pîrên kurd qetil dikin li qetlê temaşe dikn, dengê xwe nakin.

Kesên li hemberî vê zulma Tirkiye li kurdan dike bêdeng e ew jî hevalê vê qetlîamê ye, ew jî bi qasî qatilan sûcdar in, bûne neyarên qewmê xwe, bûne faşîstên tirk, tu ferqa wan û faşîstên tirk nemaye.

Heger new isa bûya ewê li hemberî vê zelma Tirkiyê xwe kerr û lal nekirina, ewê ji AKPê veqetiyane, ewê teror û qetlîamên Tirkiyê protesto bikirana. Lê nakin, lê temaşe dikin. Diyar e bi dilê wan e jî, ew jî dixwazin Tirkiye her roj çend kurdan bikujin, ew jî dixwazin Tirkiye Kurdistana Rojav adagir bike û bi milyonan kurdî bi çolan xin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE