22 november 2022

Bi van êrîşan Tirkiye dixwaze rê li ber avabûna Kurdistana Mezin bigre

Rojnamevana bi navê Nur Baturê gotiye:

“Artêşa Tirkiyê dixwaze ji sînorê Îranê ber bi Behra Sipî ve, erdnîgariya kurdan û herêmên xweser ên kurdan nebin yek. Bi van operasyonan dixwazin pêşiyê li çêbûna Kurdistana Mezin hebe bigirin.”

Vê rastiyê êdî ne kurd tenê, hukûmet jî, tirk jî dibêjin. Bi dagirkirina Efrînê, Girê Sipî û Serêkaniyê û bi van êrîşên ser Kurdistana Rojava yên bênabên dixwazin coxrafiya Kurdistana mezin ji hev qut bikin, ji bo ku rojekê Kurdistaneka mezin çênebe.

PKK, PYD, YPG, filan bîvan giş demogojîyên bêbinake ne, PKK tune be jî ewê eynî tiştî bikin. Di referandûma 2017a da nîşan dan ew neyarên miletê kur din, kî bixwaze Kurdistaneke serbixwe, dewleteke kurd çê bibe ew dijminê wan e, nav PKK be, PDK be, YNK be qet ferq nake.

Lema jî Nûr Batûrê rast gotiye, bi van qetlîaman dixwazin rê li ber avabûna Kurdistaneke serbixwe bigrin.
Geleo ewê kanibin viya bikin?

Îro ji me xurttir in, zirareke mezin didin me, ev rast e, lê ev serdestî, ev xurtî ne ebedî ye, rojekê ewê dilehê meda biguhere.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE