Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn
XXX
1999-11-23
Min îro ji rojnameya Ozgur Polîtîka ra çîrokeke din jî şand.
Dûre jî min telefon kir, ji bo ku bizanibim
hela ka girtine ya na. Min li Bulend pirsî. Kesê bersîv da min, got ”Bulend ne li Ewrûpayê ye, li
çiyê ye.”
Ez matmayî mam !
Wê rojê di telefonê da bi min ra peyivî got
navê min Bulent e, di 15ê mehê da jî ji min ra e-mailek şand, îcar çawa li
çiyê ye ez nizanim...
Xwezî min paşnavê wî jê pirsî bûya.
Wer xuya dike lawik şandine çiyê. Wek gelekên din ewê jî şehîd bikeve, av û av
here. Xortekî pir hurmetkar bû. Bi min ra pir bi hurmet û bi kibarî peyivî.
XXX
2000-11-23
Ji radaktorê rojnameya Ozgur Polîtîkayê ra
Ez fêm nakim ji bo çi hûn gav û saetê bi Mahîr Kaynakê ajan dişêwirin, aqil jê
digrin?
Ma di nava kurdan da yekî hûn pê bişêwirin tune ye, çima hûn tim diherin fikrê
Mahîr Kaynak dipirsin?
Mêrik vê carê jî aqilekî baş daye kurdan û HADEPê, gotiye, ”HADEPê bikin
partiyeke Tirkiyê û jê ra serokekî tirk bibînin” !
Çi baş, çi baş, mêrik aqilekî pir baş daye kurdan û HADEPê, ”tirkekî bikin
serokê xwe”!
Wek dostekî ji w era dibêjim, ev siyaset tenê zirarê dide û potansîyela heye jî
diqedîne. Dibê kurd bi aqilê Mahîr Kaynakê ajanê Tirkiyê siyasetê nekin, gava
bikin ewê biqedin, malikê li xwe wêran bikin.
Ji bo ku HADEP partiyeke kurda ye kurd rayên xwe didinê û di vê riyê da bi
hezaran şehîdan didin.
Dema HADEP bibe partiyeke Tirkiyê ewê biqede. HADEP jî ewê bibe wek partiyên
din, yanî ewê tu ferqke wê ji partiyên tirk yên din nemîne.
Esas baş ne diyar bi ”partiya Tirkiyê” qesd çi ye, çi tê gotin?
Kurd ji bo çi rayan didin HADEPê, dibê meriv viya baş bizanibe.
Ez we nizanim, lê ez wek şexs ez baş zanim Mahaîr Kaynak û yên wek wî tu carî
xêra kurdan naxwazin, pêşniyareke di xêra kurdan da nakin.
Hûn çi dibêjin, gelo ez şaş difikirm?
Di micadela we da serketinê dixwazim, bi hurmet.
Zinarê Xamo
Not: Min ev nivîs bi tirkî nivîsî, dûra kir kurmancî.
XXX
2015-11-23
Di facebookê da carnan meriv rastî tişên balkêş û
hêja tê. Îro li ser kurdî ez rastî tiştekî giranbiha hatim.
Şîrîn Payzîn xanima rojnamevan, ji xatiratên wezîrê karûbarê derve yê Tirkiyê
yê nabêna salên 1942-1944a Numan Menemencîoglu li ser kurdan bîranîneke pir
balkêş neqil kiriye.
Min bi xwe xatiratên Mememencîoglu nexwendiye û di dereke din da jî ez rastî vê
bîranînê nebûme.
Ev cara pêşî ye ez ji Şîrîn Payzînê vê bûyerê dibihîzim.
Li gorî Şîrîn Payzîn dinivîse, Menemencîoglu wiha neqil kiriye:
Yê qal dike: Nûman Menemencîoglu. Mişawirê Îsmet Înonu yê huqûqê.
Churchill(serokwezîrê Îngilistanê, 1874-1965) û Roosevelt (serokkomarê Emerîka,
1882-1945) ji bo ku em(Tirkiye) têkevin herbê di sala 1943a da ez û Înonu
vexwendin Kahîreyê.
Înonu xwe nêzî herbê nedikir. Him li Edenê, him jî li Kahîreyê teza Înonu ev
bû:
”Belhazir artêşa me ne di rewşa wiha da ye ku kanibe şer bike. Artêşa me
çekdar(techîz) bikin, derxin mustewa artêşên xwe, wê demê ser çavan ezê têkevim
herbê.
Lê belê ne Churchill, ne jî Roosevellt bawerî bi tirkan nedianîn. Digotin, ya
piştî techîzatê derbasî aliyê Almanyayê bibe emê çi bikin?
Lê carê xwestin çavê me bi mesela kurd bitirsînin. Wek tê zanîn, ji ber ku
hatibûn alema îslamê, bi xwe ra şerqîyatçiyên(rojhilatnasên) bi gelek zimanan
dizanîbûn anîbûn. Bi carekê da Churchill ji Înonu ra got:
“Paşa, tu bi kurdî dizanî?”
Îsmet paşa matmayî mabû, nizanîbû çi bibêje. Berî ku ew tiştekî bibêje, ez
ketim nabênê û min got:
“Ekselans, em bi kurdî nizanin. Ji
xwe li ba me kurdî nayê peyivandin û zimanekî wiha jî tuneye.
Churchill ji merivekî xwe pirsî. Ma wisa ye mister, ma zimanekî bi navê kurdî
tuneye?
Piştî vê gotina Churchill, mêrik bi hazirî bû, rabû ser xwe û got:
“Çawa tuneye mîrê min?
Ziman û edebiyateke kurdî ya pir dewlemend heye. Hûn dixwazin ez ji we ra ji
Dîwana Cizîrî(heta wê gavê me navekî wiha nebihîstibû)şiîrekê bixwînim.
Churchill got bixwîne. Me fêm nedikir, lê belê şîreke nêzî farisî, pir
xweş(nefîs) ya bi aheng xwend. Û got ev şîr bi kurdî ye.
Churchill got, wê demê vê şiîrê ji me ra binivîse. Nivîsand. Churchill got ji
me ra wergerîne îngilîzî. Got wergerîne fransizî jî.
Ew jî kirin. Û wergerandin tirkî jî. Û ji min ra got:
”Mösyö, tu jî were vir. Ji bo ku bi van hersê zimanan eynî fikir were
îfadekirin hela ka em binêrin di kîjan zimanî da mecbûriyeta bikaranîna çend
gotinên biyanî çê bûye. Ji fransî qet tunebû. Ji îngilîzî sê-çar gotinên bi
koka xwe latînî derketin.
Di metna kurdî da jî çar-pên gotinên erebî hatin dîtin. Lê gava nusheya tirkî
hat, bêyî ”dir” û ”île” yê tu gotineke tirkî tunebû. Hinek bi erebî, hinek
farisî û yên din jî ji zimanên ewrûpî yên cuda hatibûn girtin.
Churchill, her çar rûpel jî danî ber me, wek ku ji me ra bibêje, ma ne şerm e
?”
Û dû ra jî got:
”Bala xwe bidinê efendîno, ew zimanê hûn dibêjin tuneye û li qismekî mezin yê
welatê we wek zimanê dayikê tê peyivîn, fermo zîngîniya wî bibînin.
Di sernserê wezîrtiya xwe ya derve da nayê bîra min ez tu carî wek wê rojê
ketim tengasiyê û mahcûp bûm.”
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar