23 november 2022

Xwedê kir Tirkiye bi qasî Amerîkayê ne xurt e

Xwedê kir Tirkiye bi qasî Amerîkayê ne xurt e, heger Tirkiye bi qasî Amerîkayê xurt bûya tirkan ewê dinya êsîr bigirtana.

Osmaniyan çi dikirin tirkên îro jî ewê ynî tişt bikirana. Kanibin bi kê pê li serî dikin, dipelixînin, ji ortê radikin.

Tirk ku derê bigrin miletê wê derê diqelihînin, miheheq ji ortê radikin.

Xwedê nenûka wan dirêj ne, nikanibin tu carî xwe bixurînin.

Tirk bi qasî Amerîkayê xurt bûna ewê ne Kurdistanê tenê, ewê tevayiya Sûriyê, Îraqê, nîvê Îranê, nîvê Bûlgarîstanê, nîvî Yûnanîstanê, Azerbeycan, Êrmenîstan, teviya Qibrisê û gelek welatên din dagir bikirana û ji welatên dinyayê gişan xûg, bacek mecbûrî bigirtana.

Îspata vê baweriya min em in, ji bo ku ji me xurttir in, ji bo ku kanin bi me dikin çavê me derxin, dikin me sax saxî wek yamyaman bixun. Bawer bikin dinya heger bikanibin, heger bihêle ewê Kurdistana Başûr û Rojava ji kurdan paqij bikin, gişan bikujin.

XXX
Serokê Tikriyê Recep Tayyip Erdogan îro gotiye êrîşên bi balafir, top û droneran dane destpêkirin destpêk e, ewê bi van êrêşan tenê qîma xwe neynin, ewê operasyineke bejayî jî bikin.”

Tirkiye tm bûye bela serê me kurdan, ev faşîstên har li ciyê rehetiyê dixwazin welatê me dagir bikin û bi hezaran însanî bikujin û bi sedhezaran bi çolan xin.

Amerîka û Rûsya nebêjin erê nikanin êrîş bikin, lê ewê bi top û balafiran tim çend kurdan bikujin. Hêvî dikim Amerîka nehêle. Pûtîn nuha bêtir motajî Tirkiyê ye, lema jî ewê li didî qetilkirina kurdan dernekeve. Rûs li hemberî êrîşan xwe bêdeng dikin.

XXX

Japonyayê Almanya him şeqizand, him jî pelixand.

Serketina Japonyayê kêfa min anî. Bira Alman tim têk biçe.

Ceza hekem da Japonyayê neheqî bû, golek belaş da Almanyayê. Lê Japon qudûmşikestî nebûn, bi ruh û can li ber xwe dan û Almanyaya xwedêgiravî fawworît e perîşan kirin.

Gelo Îlkay Gundoganê golê Almanyayê avêt tirk e ya kurd e?

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE