Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn
XXX
1992-11-24
Ez îşev çûm mala Remzî Kerîm. Ehmed Husênî mîvanê Remzî ye, ez ji bo dîtina wî
çûm.
Min ban Nîmet Aydin û hin hevalên din jî kir, min xwest ew jî werin, lê kes
nehat.
Nîmet got, ez nikanim werim, çimkî keçikeka japonî(Akîko Yamada) hevalan ji
Sûriyê şandine ba me. Keçik îşev mîvana me ye, lema ez nikanim werim.
Ez ji Ehmed Husênê jî, ji şiîra wî û ji sohbeta wî hez dikim. Sohbeta bi wî ra,
henekên bi wî ra min pir kêfxweş dike.
XXX
1996-11-24
Medenî Marsîl telefonî min kir, got ma tu yê dest bi quncikê xwe neke?
Berê ji min ra gotibûn, min gotibû erê, ezê dest pê bikim.
Min jê ra got ne nuha, bi xêr bi sala nû ra ezê dest pê bikim. Destpêka salê
baştir e.
Heval dixwazin ez dîsa dest bi nivîsên xwe bikim. Min jî qebûl kir. Ezê bikim,
çi binivîsînim li karê ye, baş e. Nenivîsînim ezê çi bi dest xim ?
XXX
1999-11-24
Mahkima Bilind a Tirkiyê sibe ewê di heqê A. Ocalan da
biryarê bide. Bi îhtîmaleke mezin ewê biryara îdamê testîq bike. Heta nuha tiştê
xuyaye hikûmet, bi taybetî jî Suleyman û seokkomar Demirel û serokwezîr Bulent Ecevît
siyaseta serîlêgerandin û xapandinê dajon, yanî dixwazin girêka xwe bi paş xin
û dûra dîsa wek xwe bikin.
Bi gotineke din dixwazin A. Ocalan li hember Yekîtiya Ewrûpa û PKKê wek qozekî
şantajê bikar bînin.
XXX
2020-11-24
Ji Ronî Aydin Dere ra
Xortê delal merheba! Ji bo ku te ev cumleya bi kurmancî ”Çîmento bavê te ye!”
şaş nivîsîye, yekî tu rexne kiribû, gotibû hîn nizane cumleyekê rast binivîse.
Tiştê ez zanim tu serhedîye û kurmanciya te pir baş e. Tu merivekî zana ye. Lê wer xuya dike te bala xwe baş nedaye îmla, rasnivîsa kurmancî.
Bi baweriya min yekî wek te dibê îmla kurmancî fêr bibe. Rastnivîsa kurmancî pir rehet e, meriv çawa dipeyive wer dinivîse.
Heger tu çend saetan bala xwe bidê tu yê fêr bibî, tu yê fêm bikî çi bi hev va û çi cihê tênivîsîn.
Ne wek berê ye, nuha fêrbûna kurdî pir rehet bûye, gelek îmkanên dîgîtal hene. Min xwest vê yekê bi bîra te xim. Bimîne di xêrû xweşiyê da
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar