24 november 2022

Heyfa ciwaniyê kalbûn û pîrbûn li pê tê


Hey gidî dinyayê, zalimê, bêwefa yê !

Sal û zeman zû derbas bû, wek ava çeman herikî, çû.

Por zû sipî bû, pişt zû xûz bû, roniya çavan kêm bû, hêz nema. Dest qermiçîn, poz mez mezin bû, xabxabka gewriyê daket.

Ji xortaniyê tiştê di destê me da maye ev çend xatire û fotograf in, em lê temaşe dikin, bi hesreteke kûr sebra xwe pê tînin, salên borî ji nuh ve tînin bîra xwe.
Heyfa ciwaniyê kalbûn û pîrbûn li pê tê. 
Sal 1980. Newroz, Almanya, bajarê Kolnê.

XXX

Vî serê sibê ya elah ya fetah, saet di 07.00a da min çer kompîtora xwe vekir ji bo ku bîranînên xwe belav bikim, programekê got pirt û xwe nîşan da, got dibê ez mejujiyê kompîtorê kontrol û paqij bikim û dest pê kir û viz bû, û viz bû, tam saetekekê çerx bû.

Teseliya min jê ket, ez ji ber rabûm, min çû xurîniya xwe hazir kir.

Ev program ji ku tên, kî dişînin ez nizanim, lê tim ji min ra tên, tim tiştekî dişînin, dibêjin viya lê zêde bike, filan û bîvan.

Ez jê fêm nakim, ez jî wek wan dikim. Belkî jî ji nezanî xera dikim ?

Nezanî wiha ye, meriv nizane baş dike ya jî xera dike…

Bîranînan ezê bîstek din belav bikim. Bira îro jî hinekî bi derengî be.

Ez merivekî bi dûzan û bi disîplîn im, naxwazim rûtînên xwe xera bikim, lê xelk carnan meriv mecbûr dike. Wek îro.

XXX

Dema meriv xort e meriv qedrê serpêhatî û bîranînên xwe nizane, meriv rojan bi rojan dide, hema ji xwe ra dijî, tiştekî qyd nake.

Lê dûra dema nêzî dawiya jiyanê dibe dixwaze serpêhatî û bîranînên xwe binivîsîne.

Wê demê jî êdî dereng e, çimkî hafize zeîf bûye, ji sedî 1-2ê serboriyan jî xweşikî nayê bîra meriv.

Bi van notên min çend salan nivîsîne, nuha ez wan belav dikim ez pir kêfxweş im. Ez dibêjim çi baş bûye min ev not nivîsîne.

Meriv çi binivîsîne, kanibe ji destê mirinê çiqasî xelas bike baş e, meriv li karê ye. Bi notên bîranînan di 70 saliya xwe da meriv dihere rojên 20-30 saliya xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE