Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn
XXX
1992-11-25
Îro piştî kar, danê esir ez çûm komelê. Li hemberî tiştê min dît ez ecêbmayî mam. Ew keçika japon, a Nîmet Aydin do ji min ra got ji Sûriyê hatiye, mîvana min e, li komelê bû û
bi milet ra kurmanciyeke kibar, wek şekir dipeyivî. Ne ji sîma wê bûya minê bigota kurd e. Navê wê Akîko Yamada ye.
Te digot yeka ji Qamîşloyê ye. Min xwest ji
kêfa himêz bikim lê nedibû, me hevdu nas nedikir.
Li gorî digot li Sûriyê û li Kurdistana Başûr li dora salekê di nav kurdan da
maye. Dûra çûye Diyarbekrê, li wir jî demekê maye, kurmanciya xwe bi pêş
xistiye.
Di salekê fêrbûna du zimanan ne karê her kesî ye. Lê heger meriv bixwaze, heger meriv xwe bidê dibe.
Min got sibe êvarî were bi mîvana min be. Got erê. Min soza hevpeyvînekê jî jê girt. Keçeka wiha dilsoza kurdan û kurmancî dibê kurd nas bikin.
XXX
1999-11-25
Wek min texmîn dikir, Mahkima Bilind (yargitay) cezeyê îdama
A. Oclan testîq kir. Di dema mahkimê da gurûbeke tirkên har dîsa êrîş bir
ser abûqatan û gelek heqaret li wan
kirin. Dewlet li pişt êrîşên wiha ye, ew organîze dikin. Wek hertim pûlisan dîsa
ne kes girt, ne jî mudaxele kir. Dewleteke tam çete ye, ji bo zilmê, heqaretê
li kurdan bikin her bênamûsiyê dikin.
Piştî ku biryara mahkimê eşkere bû, Osman Ocalan di telewîzyonê da peyivî. Axaftina wî
li gor yên heta nuha gelkî sert bû, min îşaretên destpêkirina şer têde dîtin.
Li gor rojnameya Ozgur Polîtîka do li dora Nisêbînê yanzde
gerîlla çar keç û heft jî peya hatine kuştin. Qetlîameke mezin e. Di carekê da
çawa kanin hewqas gerîla bikujin meriv fêm nake. Çizînî bi kezeba min ket.
Dewlet bi hawakî berdewam dikuje, qet guh nade rawestandina şer û bangên aşîtiyê.
Îcar ne li hundur tenê, dîsa li gorî xeberên wan, li Kurdistana Başûr jî bi
bîst hezar leşker û nizanim çuqas jî pêşmerge operasyoneke mezin dane
destpêkirin.
Fehadê me bi Cemalê birayê Yilmaz(Selîm Bakac) ra navên
gundên Wêranşarê yên kevn û nuh şandibû, lê Cemal li mal ji bîr kiribû. Du sê
roj berê herdu xwehên Yilmaz hatin, wan bi xwe ra anîbû. Min îro çû ji aşxanê
girt. Min xwend, min bala xwe dayê bi navên kevn jî lîstine, navê kevn jî
guherandine.
XXX
2000-11- 25
Xortê delal, Darayê hêja
Navê min Zinarê Xamo ye. Ez li Stockholmê dimînim û ez ji
Wêranşarê me. Ji mala Onenan gelek kes dost û hevalên min yên kevn in. Ji ber
vê yekê jî malperên(sîteyên) we Dêrikiyan,(Onen, Karahan, Ektîren) gelkî bala
min kişand û kêfa min anî.
Dema ez dibînim xortên kurdan jî bi înternetê ve mijûl dibin, ji xwe ra
malperan çêdikin ez pê kêfxweş dibim.
Lê li alî din, dema ez dibînim we hemûyan bi tirkî dest pê kiriye û gelek tişt,
agahdarî û xetên(lînkên) tu feydeya wan ji miletê me ra tuneye xistine malperên
xwe, ev yek min diêşîne û xemgîn dike.
Înternt û çêkirina malperan di nav kurdan da hîn nuh e, heger ji nuha ve hûn ne
bi kurdî lê bi tirkî dest pê bikin ewê wer here û hew pêrgî lê tê girtin.
Wek xortên kurd dibê hûn jî bi zimanê diya xwe di vî warî da ji gelê xwe ra pêşengiyê
bikin.
Ne ku wek tirkekî bi vê riyê gelê xwe asîmîle bikin. Jixwe bi hezaran tirk ji
bo welatê xwe vî karî dikin, îcar çi derdê serê me ye em jî rabin hinekî
alîkariya wan bikin?
Wek nimûne, mesela bi sedan kanalên telewîzyonên tirkan hene, heger em pir mêr
in û ji me tê dibê em jî yên kurdî vekin; heger em nikanin ya jî nahêlin, wê
demê dibê em yeka tirkî li ya tirkan zêde nekin.
Li ser vê meselê min ji Mistefa Karahan ra jî namyek, du
name şand. Ji bo ku ez eynî tiştî dubare nekim, ez wan nameyên xwe jî ji we ra
dişînim.
Bimînin di xweşiyê da.
Zinarê Xamo
XXX
2011-11-25
Birêz Zinarê Xamo
Min nivîsa we ya li ser Fatê xwend. Di nivîsa we de diyare
ku hun him ji çuyîna Fatê û him jî ji bo navbeynkariya Kemal Burkay aciz bûne û
êşiya ne. Ji bo van herdu xalan ez jî bi we re me lê sebeba nivîsa min ne ji
ber van e.
Ez bi gotineke we gelekî aciz bûm û ya rast min got divê ez vê aciziya
xwe ji we re binivîsim wê çêtir be. Ji ber carcaran hûn kesên ku nivîsa
dinivisînin tişt ji devên we dipekin, lê hûn giraniya peyvên xwe nizanin.
Birêz Xamo; ji bo xwedê hûn dikarin bêjin we bi çi
sebebî û bi çi heqî vê gotinê nivisandiye; 'Herçiqas Kurd1 kanaleke fuzulî û
bêmaneye jî lê dîsa jî ez naxwazim yek ji wê here kanaleke dewletê.'
Li ser vê gotina we ez dixwazim fikrên xwe ji we re bêjim. Li gorî min hema
tenê ji ber ku navê televizyonê 'Kurd' e û bernameyên wê jî bi temamî
Kurdî ne, hêjayî her tiştî ye û ji ber vê jî ev peyvên we yi 'fuzulî û bêmane'
gelekî tewş in.
Ez weke temaşevaneke Kurd1ê ku hemu weşana televizyonê bi temamî Kurdiye
gelekî hêja dibinîm.
Filmên bi navudeng weke 'Braveheart' , 'Titanîc','Hercul Poiret', ' America'
'The tales of two cities' bi kurdî temaşe dikim hizir dikim ku zimanê
kurdi bi awayekî din vedije.
Û her wiha dîsa bernameya 'Kevî' ku heta niha tu televizyoneke kurdî programeke
wisa li ser realiteya hejar ya kurda çênekiriye li ser ekrana vê
televizyonê ye û hema tenê ev bername bixwe jî peyvên 'fuzulî û bêmane' puç
dike.
Birêz Xamo; ez ne parêzera televizyonê me lê ji ber ku ji bo
zimanê kurdî hêja dibînim min ev nivîsê nivisand. Tişta zanim hun jî ji bilî
nivîsa we ya ji bo Ahmet Altan weke helwestekê bi kurdî dinivisînin.
Ez vê tiştekî hêja dibînim herçiqas di hin mijaran de ez ne bi we re bim jî. Lê
ev nayê wê maneyê ku hun ji bo min yekî 'fuzulî û bêmane' ne.
Li gorî min karekî ji bo kurdewariyê hêja ye û ji xwe heke keda însana di
vî karî de hebe divê meriv hurmetê nîşan bide. An na encama ku min heta niha ji
pratîka me kurda derxistiye her yek ji me ji bo yên din 'Fuzulî û bêmane'
ye.
Birêz Xamo; min tişta dilê xwe got. Her bimînin di xêr û
xweşiyê de.
Sabrîye Çiftçi
XXX
2011-11-26
Merheba Sabriye xanim!
Bi rexneya te ez gelkî kêfxweş bûm. Gava di heqê meseleyekê da meriv xwedî
dîtinekê be dibê meriv wê dîtina xwe bibêje. Ancax bi vî rengî meriv
dikane tesîrê li însanan, li civatê û li bûyeran bike.
Cesareta medenî li ba piraniya kurdan tuneye, bi piranî newêrin
fikrên xwe bibêjin. Loma jî bi vê rexneya te kêfa min hat.
Nuha ez werim ser mesela Kurd1ê.
Yê min bi xwe ez qedir û qîmeteke mezin didim hertiştê bi kurdî. Lê helbet
bi dereceyên cuda.
Ji roja ku Kurd1 ava bûye û heta nuha min çend caran tiştên pozîtîv li ser
nivîsîn. Lê bi demê ra min dît ku Kurd1 tu valayiyekê danagire û bi pêş
nakeve.
Lê ev nayê maneya ku bira tunebe. Ji destê min bihata minê hemû qadirên TRT6ê
transferî Kurd1ê bikira.
Yanî qesta min ne ew e ku bira Kurd1 tunebe.
Min xwest bibêjim ku ew tu valayiyekê danagire. Lê dibe ku ez şaş bim, dibe ku
gelek kurd lê temaşe dikin. Dibe ku bi wan gotinên xwe min lê neheqî
kiribe.
Lê li gel vê rexneya xwe jî ez dixwazim Kurd1ê û hemû kanalên kurdan bijîn
û ji TRT6ê pir û pir xurttir bibin.
Gelek silavên dostaniyê û bimîne di nava kêf û xweşiyê da...
Zinarê Xamo
XXX
2011-12-25
Ji berpirsiyarê Nûbiharê Suleyman Çevîk ra
Merheba birayê Silêman! Çendakî berê bi riya birayê xwe Fûad Kumruaslan min
kitêbeke xwe(Antolojiya Çîrokên Zarokan)ji te ra şand. Ez hêvî dikim kitêb
gihîştibe destê te. Çimkî birayê min gotibû heger hûn biecibînin dibe ku hûn
biweşînin.
Di kitêbê da 125 çîrok hene, lê min dû ra 15 hebên din jî lê zêde kirin, kirin
140 heb. Û min kitêb jî careke din redekte kir.
Yanî nuha 140 çîrokên redektekirî li ber destên min hazir in. Roja we xwest ezê
ji we ra bişînim. Şertên we yên weşanê ez nizanim, gava we biryara weşanê da
emê li ser bipeyivin.
Gelek silavên dostaniyê.
XXX
2020-11-25
Ji Rêbîn Ozmen ra
Merheba Rêbînê hêja!
Rêbîn, xortê delal, te henekê xwe bi kurmanciya ”Rûmet Onur Kaya” kiriye, te
gotiye ”kurdîya translateyê ji kurmanciya te baştir e.”
Bi baweriya min rexneya bi vî rengî ne xweş e, însên qudûmşukestî dike, ji
kurdî sar dike.
Xortê delal, kesên li vir bi kurdî dinivîsin kesî li mekteb û medereseyên kurdî
nexwendiye, kesî zanîngeheke kurdî neqedandiye, her kes bi xîreta xwe baş,
xerab fêrî xwendin û nivîsîna kurdî bûye.
Meriv hêdî hêdî kêmasiyên xwe dibîne û kurdîya xwe baştir dike.
Ez jî wisa fêr bûm. Gava meriv şaşiya yekî dît dibê henekê xwe pê neke. Meriv
kane bi zimanekî maqûl bibêje, tu wiha bikî rasttir e.
Ya jî jê ra prîvat binivîse. Dibê meriv bi rexneyên xwe însên ji kurdî sar
neke. Heger her kes wek te gotiye bibêje, kes newêre bi kurdî binivîse.
Ya din, kurmanciya te ji ya ”Rûmet Onur Kaya” xanimê ne baştir e, heta jê pir
xerabtir e. Helbet haya te ji viya tuneye.
Çimkî ji te wetnê kurmanciya te mikemel e. Lê ne wisa ye. Te di twîtta xwe ya
li ser Maradona da wiha gotiye: ”Maradona yê lehengê herî mezin yê dem û
kêlîyên ku em bi topê dilîstîn miriye. Wê demê me hemû zarokan bi wî nav di xwe
dide û em pey topê de dibezîn.
Li ber ketim.”
Rêbînê delal, bawer bike kurmanciya translateyê jî ji viya
baştir e, nayê fêm kirin. Kurmanciyek pir xerab e.
Him ji alî îmlayê, him ji alî sentaksê şaş e, nayê fêmkirin. Bêyî seqetiya
nivîsê, te zamîr/cînav(em û me) jî şaş bi kar anîne. Ev paragraf dibê wiha be:
-Maradonayê lehengê herî mezin yê dem û
kêlîyên ku me bi topê dilîst miriye. Wê demê me zarokan hemûyan navê wî li xwe
dikir û em li pey topê dibeziyan.
”Dem û kêlîyên ku em
bi topê dilîstîn” cumleyeke ne zelal e, nayê fêm kirin. Him nayê fêmkirin û him
jî zamîr(em) şaş e.
Numûneyeke din: ” Wê demê me hemû zarokan bi wî nav di xwe dide”, yanî çi?
”bi wî nav di xwe dide” çi ye, meriv çawa nav di xwe dide?
Meriv kane boyaxê di xwe bide, melhemê di xwe bide, lê nav
di xwe nade?
Min ev tişt ne ji bo ku kurmanciya te rexne bikim nivîsî, ji bo ku tu bibînî
kurmanciya te jî ne bêqusûr e, ya min jî ne bêqusûr e.
Kêmasiyên me gişan hene, ji me kesî kurdî li dibistan û zanîngehan nexwendiye,
em yek jî ne lînguîst in.
Wek min got, em giş bi hewildanên xwe nivîsîna kurmancî fêr bûne.
Û ya din jî zimanê me wek tirkî, almanî, fransî, îngilîzî standart nebûye, her
yek bi hawakî dinivîse, gelek devokên me hene.
Lema jî dibê meriv gêncan teşwîqî kurdî bike, ne ku bi rexneyê xwe moralê wan
xera bike.
Bira binivîsin bira şaş binivîsin, yên zane bira bi wan ra bibin alîkar. Hêvî
dikim tu yê xwe ji min nexeyidînî. Ji bo ku tu rexneyên wiha dubare nekî min ev
nivîs nivîsî. Bimîne di xêr û xweşiyê da.
Zinarê Xamo
2020-11-25 Stockholm
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar