25 november 2022

Tirkiye bi gotinê nasekine, dibê Amerîka zorê nîşan bide

Zora zaliman ev e, li ber çavê dinyayê tirk dikin bi darê zorê me ji welatê me, ji gund û bajar û malên me derxin.

Serokên Tirkiyê dibêjin hûn kurd in em ji we hez nakin, lema jî emê we ji welatê we derxin û hinekên din di dewsa we da bi cî bikin.
Zorbatiyeke wiha di serdema navîn da dibû, lê tirk çavên wan me dibire, lema jî dibê gerek hûn Kurdistana Rojava teslîmî me bikin. Heger hûn nekin, heger hûn teslîm nebin emê we gişan qirr bikin.


Îşev Qamîşlo û gelek derên din bombebaran kirine. Dibêjin di nav hefteyekê da 500 cî bombebaran kirine.

Li derên wer dixin ji bo ku însan bêav, bêelektirîk û birçî bmînin. Li ofîsê xistine, li merkezên avê û elektirîkê xistine.

Amerîka û Rûsya, Neteweyên Yekbûyî li vê barbariyê, li vê jenosîdê temaşe dikin.
Bi gotinê, bi rexnekirinê, bi ricakirinê tirk dev ji êrîşên xwe bernadin, ewê êrîşeke dagirkirina tevaya Kurdistana Rojava bidin destpêkirin.
Ji bo ku ev nebe dibê Amerîka zorê, devê tivingê nîşan bide, heger Amerîka viya neke di demek nêz da ewê dest bi dagirkirina xwe bikin. 
Ez bawer nakim Rûsaya li dijî dagirkirina Kurdistana Rojava derkeve, Pûtîn îro pir motajî Tirkiyê ye.

Van zalimên xwînxwar, qatil kezeb li me reş kirin, hinav li me anîn xwar…


XXX

Balafirên Tirkiyê Kampa Holê bombebaran kirine. Di Kampa Holê da bi hezaran çekdar, alîgir û malbatên Daişê dimînin. Mêrikan topbaran û bombebaranên xwe nasekinînin. Êrîşa ser kurdan ji xwe ra kirine antrameneke eskerî, karekî rûtîn.

Tirkiye bi êrîşên wiha dixwaze wan bide revandin, li Kurdistanê belav bikin.

Heta şêla Amerîkayê û Hevpeymaniyan ev be Tirkiye ewê gelek tiştên din jî bike.

Bi vê êrîşê Tirkiye dixwaze reaksîyona Amerîkayê fêr bibe, hela ka Amerîka ewê çi bibêje?

Belkî personalên Amerîkayê jî li kampê hebin.

Bêdengiya Amerîka û Hevpeymaniyan vê cesaretê dide tirkan, sûcdar Amerîka û hêzên Hevpeyman in.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE