25 november 2022

25 saliya Kitêbxaneya Kurdî pîroz be !

 

Me îro li Kitibxaneya Kurdî 25 saliya wê pîroz kir. Gelek kurd û swêdî hatibûn. Şeveke pir xweş bû, bi xwarin, muzîk, axaftin û sohbetên germ bû.
Kitêbxanê dîplomeyeke sipasdariyê da kesên alîkarî bi Kitêbxaneyê ra kirine. Min jî sipasnameya xwe girt.
Gelek sipas ji Newzad Hirorî û her kesê ev şeva xweş amade kiribûn.

Bi vê minasebetê avakarê Kitêbxanê Nedîm Dagdevîrenê gorrbehişt jî bi hurmet û bi hezkirin bibîr tînim. Mala wî hezar carî ava be ji bo ku ev dezgeh û mekanê netewî, nemir ji me ra li pey xwe hîşt.

Di şevê da swêdiyekî bi navê Bengt Hanson du sitranên meqam bi kurmancî, gotin bi swêdî got. Him jî bi tembûrê/sazê ra. Ev cara pêşî ye ez dibînim swêdîyek meqamên kurmancî bi swêdî distirê. Di muzîka swêdî da tembûr jî tune ye, lê camêr ew jî xweş lêdixist.




Teksta pîrozbahiyê

 





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE