26 november 2022

Çend rêz ji bîranînên min -304-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn

XXX
2000-11-26

Murad*, tu çima ji "hemsîda" xwe ra dibêjî xaneper?
Hema hema hemûyên kurdan dibêjin malper û bi ya min malper ji xaneperê bêtir kurdî ye.
Çimkî xane bi farisî ye û di mana malê da ye. Û li gor Swêdî jî mal hîn rasttir e. Mesela meriv bi swêdî dibêje, ”nu går vi hem.” 

Yanî nuha em diherin mal, ne ku em diherin ”xanê” ya jî hanê. Pêşniyara min ewe tu jî xaneperê biguherî, bikî malper.

Gelek silav
*Mûrad Ciwan


XXX
2000-11-26

Merheba te!

Evdirehman* piştî wê bersîva te, min jî him navnîşana malpera xwe û him jî çend rêz ji te ra nivîsandibûn. Min ji te tu bersîv negirt. Gelo te negirt ya jî wexta te çênebû tu tiştekî binivîsînî?
Yan jî gotinên min neketin serê te, lema jî te hewce nedît ku bersîvê bidî?

Evdirehman, birayê min î delal, gelo halê Şêxmûs û Fûat çawa ne? Heger tu kanibî ji alî min da gelek silav li wan kî û vê navnîşana min ya e-postê bidî wan ezê kêfxweş bibim. Ez nizanim, gelo e-posta wan jî heye?

Bi silavên biratiyê û bimîne di xweşiyê da.

Zinarê Xamo
*Abdurahman Onen

 

XXX
2000-11-26

Elî*, birayê min ê delal, gelek sipas ji bo nameya te ya dawî. Bê guman bi wê gazina min a di derheqê wefata bavê min da armanca min ne ew bû te fedîkar bikim. Lema jî ne hewce ye tu zêde li ber xwe kevî. Di jiyanê da yekcarn meriv xemsariyên wiha dike.

Li vir tiştekî ji te ra qal bikim tuneye. Te qal nekiriye, gelo kî beşdarî civîna DDKD liyan bû û çi biryar girtin?
Lîsta navan û biryarên hatin li tu derê hat weşandin ya na?

*Alî Buran

2 kommentarer:

  1. Dîsa xatirayeke ecêb muhîm.. Malper cîhê xwe girt, ket devê milet.. Xaneper.. Bo minaqeşeyên ser zimên meseleyeke muhîm.. Omer Faruk Baran

    SvaraRadera
    Svar
    1. Erê, di nabêna min Mûrad Ciwan da li ser navên "Xaneper" û Malperê minaqaşeyek çê bû. Wek te jî gotiye malperê cihê xwe girt.

      Radera

PARVE BIKE