26 november 2022

Amerîka bi siyaseta pişopişo nikane Tirkiyê bisekinîne

Tirkiyê bi çeteyên xwe yên Daîşê Baregeha Hêzên Hevpeyman a Hesekê fuzebaran kirine. Bbarêyî Tirkiyê kes nikane fuzeyan bavêje ji baregeha Hêzên Hevpeyban da. Ev karê Tirkiyê ye.

Tirkiye bi êrîşên wiha dixwaze reaksîyona Amerîkayê fêr bibe, hela ka Amerîka ewê çi bersîvê bide?
Di van êrîşan da di nav 6 rojan da 59 kes kuştine, bi sedan kes jî birîndar kirine.

Bêdengî, sistî, bersîvnedan Tirkiyê aşûnî dike, bêtir har û êrîşkar dike. Heger Amerîka bi rastî jî dixwaze dagirkeriya Tirkiyê rawestîne, 2 milyon kurd ji welatê xwe bi çolan nekevin dibê bersîveke cidî bide Tirkiyê, gava Tirkiyê êrîş kir dibê lêxin.

Berpirsiyarên Tirkiyê hetanî vê bersîvê nebînin nasekinin, ewê êrîşên xwe bidomînin. Hedefa wan Kurdistana Rojava ji kurdan paqij bikin. Dibêjin hebûna kurdan, desthilata wan li rojavayê Kurdistanê ji bo me talûke ye, di rojên pêş da ew û başûr kanin bibin yek û rê li ber avabûna Kurdistana mezin vekin.

Lema jî serokên Tirkiyê dixwazin ji Efrînê hetanî bi Dêrika Hemko tevayiya Kurdistana Rojava dagir bikin. Ev pilana Tirkiyê jenosîdeke ji ya Êrmeniya jî mezintir e, dibê kurd vê hedefa Tirkiyê bi dinyayê bidin fêmkirin.
 
Tiştê Tirkiye dixwaze bike felaketeke mezin e, valakirina Kurdistana Rojava ji kurda ye, ev jenosîda miletekî ye, partiyên kurd giş bi hev ra dibê vê felaketa mezin bibînin û li gorî wê hereket bikin. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE