26 november 2022

Futbol ne herb e, lîstikeke

Min hetanî deqîqa 23a li maça Arjantîn-Meksîkayê temaşe kir, dûra min kanal guhert, dev ji temaşekirinê berda. Meksîkî topê nalîzin, herbê dikin. Futbol ne herb e. Xweşikî, estetîk, huner di futbola wan da tune ye, herbê dikin.

Maça Fransa- Danîmarkayê muhteşem bû, min û xanimê zewqek mezin jê girt.

Ez û xanima xwe bi hev ra maçan temaşe dikin û komentar dikin. Min zewqa futbolê di wê jî gerandiye. Çaxa yek yekî dixîne, ji kîjan alî be ferq nake, xanim ji ciyê xwe hol dibe, dixwaze here li yê neheq xe, dibêje "ê law le nuha lawik seqet bibe?"

Dijminên me Îran û welatên ereb in, ew bi kê ra bilîzin em dixwazin ew têk biçin, taximên din qeleyên wan bikin serrad, tim 10-0 wan bibin.

Dijminên me Îran û welatên ereb in, ew bi kê ra bilîzin em dixwazin ew têk biçin, taximên din qeleyên wan bikin serrad, tim 10-0 wan bibin.

Çaxa Îran û ereb xweş dilîzin deng ji me tê birrîn, em tenê di eleyhê wan da da dipeyivin, henekên xwe bi lîstika wan diken.

Yanî yê me dijminatî û dilnexwazî ye, dijminê meriv futbolê şahane jî bilîze meriv ne kêfxweş dibe, ne dibêje xweş lîstin, ne jî dibêje wele serketin heq kirin.

XXX
Di maça Polonyayê û Erebîstana Suûdî da lîstikvanê polonî li ber qeleya Sûûdî zû neçû ser topê, hinekî dudil herket kir, heger xwe baş bidayê ewê xwe bigîhanda topê. Xanima min wek dilxwazeka taximê Polonyayê pir aciz bû, got:

-Te dît, mahrûmo bi gengazî girt, xwe baş bidayê ewê bigihîşta topê û belkî biba gol...

Di vir da peyva ”gengazî”yê di maneya sistgirtinê, cidînegirtinê da bi kar anî, ne wek îmkan, mimkinî.

Em tu carî gengaz e, ne gengaz e bi kar naynin, formeke wiha li ba me tune ye.

Lê gava yek karî cidî nagire, sist digire, tê da dudiliyê dike, em dibêjin, ”te dît bi gengazî girt, ya na wiha nedibû.”

XXX

Dîsa li Diyarbekrê, li Mêrsînê, li Edenê, li Stenbolê bi bernabga sibê ra girtine ser gelek malan, gelek kurd girtine.

Nahêlin kurd li tu derê bîna xwe bigrin, her roj, bi rengekî sîstematîk kurdan terorîze dikin.

Vanan ji nazîyên almanan jî xerabtir kirin, terorîzekirina miletekî irqçîtîyeke bêemsal e, tenê li Tikriye zulmeke wiha li kurdan dike.

Ji min ra bû kul, bû derd, rojekê namûs di kurdekî AKPê hilnehat, pozê yekî neşewitî, ji AKPê îstîfa nekir.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE