19 november 2022

Kekê Salih Şahîn jî xatir ji me xwest

Av. Salih Şahîn

Kurdperwerê hêja, fedekar, dildarê kurd û Kurdistanê kekê Salih Şahîn sê roj berê ji dinyayê û ji me, ji hevalên xwe yên micadelê xwatir xwest.

Rahma Xwedê lê be, gorra wî bihuşt be. Serê malbat û zarokên wî sax be.

Çend bîranînên min bi kekê Salih Şahîn ra.

Kekê Salih Şahîn hevalê bavê min ê rahmetî bû, di nabêna 1961-1970î ew û bavê min bi hev ra di TÎPê da xebetîbûn. Min ev yek nizanîbû.

Ya sala 1977 bû, ya jî 1978 bû min li qezayên Rihayê kitêb digerandin, difrotin. Ez çûm Sirûcê, çûm dahîra wî, min xwest çend kitêban bifroşimê.

Got:
-Xorto tu ji ku yî?

Min got:
- Ez ji wêranşarê me.

Got:
-Ma tu Bûbo Kûmrûaslan nas dikî?

Min got:
- Ez lawê wî me.
Ji ciyê xwe rabû, hat ez himêz kirim. Ez dam rûnişkandin, li halê bavê min pirsî. Çay îkramî min kir. Me bîstekê sohbet kir. Ji min çend kitêb kirîn, min xatir jê xwest û çûm.

Dûra, di orta meha 12a ya sala 1979a li Entabê(Dîlokê) ez çûm yazîxaneya wî. Barkiribû Enabê. Bi tesadufî ez rastî yazîxaneya wî hatim.

Ezê derketa dervayî welêt, ji min ra duwîz(dolar, mark)lazim bû, li Rihayê, li Diyarbekrê tunebû, ez çûm Entabê.

Ez li nav bajêr digerîyam, min tabeleyên dikanan dixwend. Tabêleya Av. Salîh Şahîn bi ber çavê min ket. Ez bawer dikim ciyêwî di qatê duduya da bû, ez çûm yazîxaneya wî.

Gava ez dîtim him kêfxweş bû, him jî hinekî matmayî ma. Ez rûnişim, got xêr e, tu li vir çi digerî?

Min mesela xwe jê ra got, min got ezê herim Ewrûpayê, ji min ra hinek Dolar ya jî Mark lezim e, li Rihayê û li Diyarbekrê tunebû, bankqeyan gotin li Entabê heye. Lema ez hatim vir.

Ez bîstekê li balê rûniştim, li halê bavê min pirsî. Piştî bîstek sohbet, min xatir jê xwest û çûm.

Dûra, piştî 1980î hat Ewrûpayê, li vir jî rûnenişt, ji bo gelê xwe çi ji destan hat kir. Belkî min carê telefon jî kir, pê ra peyivîm, lê baş nayê bîra min.

Tê bîra min çend caran derket telewîzyonan, bi wê kurmanciya xwe ya şîrîn doza miletê xwe diparast. Her cara min ew didît serpêhatiyên min ên pê ra dihat bîra min.

Kurdperwerekî fedekar bû, tu carî dev ji doza xwe berneda. Rahma Xwedê lê be, gora wî bihuşt be, emê tu carî wî ji bîr nekin, emê wî tim bi hurmet û bi wefadarî bibîr bînin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE